Zeynep Kinaci

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Zeynep Kınacı (Zîlan) hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Zeynep Kinaci

Zeynep Kinaci (bernavk: Zîlan) (z. 1972 li Meletî − m. 1996 li Dêrsimê) gerîlayek PKK'ê bû.

Têkoşera kurd Zeyneb Kinaci (Zîlan) yekemîn çalakiya xwefedayî li Dêrsîmê pêk anî.

Zîlan, di sala 1972'an de li gundê Elmali (mamurek) yê ser bi Meletî hate dinê. Ew zaroka malbateke rewşa wê normal bû. Zîlan, ji zanîngeha Înonû ya Meletî ji beşa rehberî û şêwirmendiya dêrûnasîyê mezûn bû û berî ku tevlî nav refên gerîlla bibe, li nexweşxaneya dewletê ya Meletiyê xebitî.

Dema ku li lîseyê dixwend, bû xwediyê nêrînên çep û eleqeya wê ya ji bo Kurdîtiyê zêde bû. Lê belê Zîlan di vê demê de nêzî ti rêçê nebubû. Di salên zanîngehê de sempatiya wê ya ji PKKê re pêşket. Eleqe û bala wê ya li ser Kurdîtiyê ji ber taybetmendiyên neteweyî yê malbata wê dihat.

Zîlan, di sala 1994an de li Edenê dest bi meşandina xebatên girseyî kir û di sala 1995an de tevlî nav refên gerîlla bû. Zeynep Kinaci ango Zîlan, di 30 hezîrana 1996an de li meydana Komarê ya li Dêrsîmê li hemberî leşkerên Tirk ku merasîma Al'ê dikirin, çalakiyeke cangorî pêkanî û bi vê çalakiya xwe di dîroka Kurdistanê de kire yek ji sembolên tekoşîna azadiyê.