Zimnako

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

"Zimnako" nîşana bobelata Kurdan e

Zimnako (Alî) xortekî Kurd e ji bajarê Helebça ye. Sêmehî ji himêza dayika xwe pekiya; piştî 21 salê dîsa dikeve wê himêza germ. Di bobelata Helebça de ya ko bi destê rêjîma faşîst li Bexdayê, bi fermana Sedam û Alî Kîmawî pêk hat. 5000 Kurdên bêguneh jiyana xwe ji dest dan. Fatima Heme Salih, yek ji wan dayikên ko ziyana mezin dît, çar zarok û mêrê wê li ber çavên wê pakrewan bûn. Fatima navê Zimnako li kurê xwe ê piçûk kiribû. Fatima dizanî bû, çiyayên Kurdistanê bi çi hêzê nahejin!

Kurê mezin hawar dikir: Dayê ez dişewitim! Fatima diçe wî rizgar bike, ji ser hişê xwe diçe û li nexweşxaneyeke Kirmanşahê çavên xwe vedike. Nema tu tişt têne bîra wê, tenê dizane ko çar zarok û mêr û bajarekî wêran li pişt xwe bêxwedî hiştine. Zimnako, çiyayekî gelekî bilind e, li başûrê rojhilatê Helebça, di ser gola Derbendîxanê re ye. Zimnako

Dastanên têkoşeran bi xwîna buha nexişandine, di ferhenga dilê dayikan de darek bi navê azadiya keseran çandiye.

Zimnako

Barê evîna min e,

pilingê kohê bilind ez im,

dema tu li min bigerî

di bin berfa te de kurmikekî jiyanê me…

Zimnako!

Li binya siha behîvekê,

li bin tûmekî,

li ber latekî

nalîna min ahoyeke windayî ye…

Zimnako!

Tûtina sînga te bi xwîna zelal vejiyaye

û navê te keleha parastina dil e.

Topên demê, te nahejîjin.

Ez heme,

di bin sîwana te de

tovê gulê bi heyvanê azadiyê dimeyînim…

11.12.2009

Ezîz Xemcivîn

xemcivin@live.com