Çiyayê Tendûrekê
| Çiyayê Tendûrekê | |
|---|---|
Çiyayê Tendûrekê | |
| Bilindayî | 3.533 m |
| Cih | Agirî, Wan, Bakurê Kurdistanê |
| Koordînat | 39°21′18″Bk 43°52′01″Rh / 39.355°Bk 43.867°Rh |
|
Nexşeya cihan Agirî#Wan
| |
| Cure | Volkana mertalê |
| Çalakbûna dawî | 1855 |
Çiyayê Tendûrekê yek ji çiyayên volkanîk ên Bakurê Kurdistanê ye ku di navbera parêzgehên Agirî û Wanê de ye.[1] Herikînên lavên hişkkirî yê çiyayê Tendurekê li ser deşteke berfireh bi qasê 650 km² belav bûye. Du girên sereke yên bi navê Tendûreka mezin û Tendûreka biçûk hene ku kratera sereke û xala herî bilind ê çiyayê Tendûrekê, Tendûreka mezin e. Tendûreka biçûk jî li rojhilatê kratera sereke cih girtiye ku her du krateran bi hev re çalakiyên volkanîk ên Tendûrekê pêk anîne. Di heman demê de çiyayê Tendûrekê xwedî awayê berwariyeke nerm e û teqîna dawî ya çiyayê Tendûrekê di sala 1855an de pêk hatiye.
Çiyayê Tendûrekê beşek ji deverên volkanîk a li Bakurê Kurdistanê ye ku kalderaya Nemrûdê û çiyayê Agiriyê vedigire. Çalakiyên vê koma volkanan di encama di zextên di navbera girseya erdnîgariya Kurdistanê û Nivgirava Erebistanê de pêk hatiye ku bi qasê şeş milyon sal berê dest pê kiriye û çend milyon salên din berdewam kiriye. Volkana Tendûrekê nêzîkî 250.000 sal berê dest pê kiriye û heya roja îro jî çalak e.
Teqîna herî dawî yê Tendûrekê bi teqîneke gaz û xwelîyê di sala 1855an de li kratera bilindeyê pêk hatiye ku ev teqîn, teqîna volkanîk a herî dawî ya Bakurê Kurdistanê bû. Ji wê demê vir ve volkan bi piranî ji aliyê jeotermal ve çalakiya berdewam kiriye ku ji bilindeya çiyayê dûkel û gaz derdikevin. Di heman demê de di sala 1993an vir ve jûreya magmaya volkanê kêm bûye ku ev tê vê wateyê ku volkan dikeve qonaxeke bêçalakbûnê.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çiyayê Tendûrekê volkanekî mertalî ye Bakurê Kurdistanê ye ku bi qasê 115 km ber bi rojhilat ve ji Wanê dûr e û li bakurê navçeya Ebex a Wanê ye û di nav sinorê parêzgeha Agiriyê de ye. Di heman demê de bi qasê bi qasê 25 kîlometre li rojavayê navçeya Bazîdê ye ku navçeya herî mezin ê nêzîkê çiyayê Tendûrekê ye.
Topografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li bilindeya Tendûrekê du krater hene ku ku bilindeya rojava ya xwedî bilindahiya 250 mêtre ye û berfirehiya kraterê bi qasê kîlomêtreyek e û xala herî bilind a Tendûrekê ye ku bilindahiya kraterê ji 3.500 mêtreyê derbas bûye. Bilindeya rojhilat ku wekê Tendûreka biçûk hatiye binavkirin bi qasî 100 mêtre bilind e û berfirehiya kraterê bi qasê 800 mêtre ye.[2] Herikîna zêde yê lava kratera sereke Tendûreka biçûk daqurtandiye û bûye sedema kêmkirina cudahiya bilindahiya di navbera her du krateran.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ "Global Volcanism Program | Çiyayê Tendûrekê". Smithsonian Institution | Global Volcanism Program (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 tîrmeh 2026.
- ↑ Yılmaz, Y; Güner, Y; Şaroğlu, F (1 çiriya pêşîn 1998). "Geology of the quaternary volcanic centres of the east Anatolia". Journal of Volcanology and Geothermal Research. 85 (1): 173–210. doi:10.1016/S0377-0273(98)00055-9. ISSN 0377-0273.
- ↑ Lebedev, V. A.; Sharkov, E. V.; Ünal, E.; Keskin, M. (1 adar 2016). "Late Pleistocene Tendürek Volcano (Eastern Anatolia, Turkey): I. Geochronology and petrographic characteristics of igneous rocks". Petrology (bi îngilîzî). 24 (2): 127–152. doi:10.1134/S0869591116020041. ISSN 1556-2085.