Alîkarî:Gavên pêşîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Guherandinên hêsan

Gav bi gav Ya ku tu çêdikî Ya ku çêdibe

1
 
Biçe Wikipedia:Leyîstin (eger tu pencereyeke din vekî, tu dikarî hem vê alîkariyê bixwînî hem jî bileyîzî û biceribînî).

Rûpela "Leyîstin" tê nîşandan. Tê de nivîsên kesên din hene.


2
 

"Biguherîne" hilbijêre, ev li jor e.
Di bin pencereya spî de lînkeke bi navê "Alîkarî ji bo guherandinê" heye, tu dikarî vê wek çavkanî di pencereyeke nû de vekî.

Rûpeleke nû tê nîşandan. Tê de naveroka "cihê leyîstinê" heye. Dibe ku tê de çend nîşanên sosret anku ecêb hebin, navê wan yê îngilîzî "tag" e. Ev ji bo şekldan û girêdana gotaran girîng in. "Tag"ên herî girîng li vê derê (Şekildan) û li vê derê (Girêdan) tên vegotin.


3
 
Çend tiştan biguherîne û ser "Tomar bike" bitikîne.

Niha rûpel hat tomarkirin û ji her kesî re bi rengê tu niha dibînî wê bê nîşandan.

Lînk û rûpelên nû

Gav bi gav Ya ku tu çêdikî Ya ku çêdibe

1
 

Careke din ser "vê rûpelê biguherîne" bitikîne û nivîsekê di nava van tîpan [[]] de binivîse, wek mînak [[Dengbêj]]. Ser "berê temaşa bike" bitikîne û li encamê binêre.

Li vir çend alîkariyên me ji bo bikarhênerên Macintosh hene.

Niha mirov lînkekê ji bo rûpela Dengbêj dibîne. Ger bi vî navî gotarek nebe tu bi vê lînkê tê ser rûpeleke vala ku tu dikarî binivîsî, ger gotareke bi vî navî hebe, wê demê tu bi vê lînkê tê ser wê gotarê.


2
 
Ger nivîsa ku dê were nîşandan ne wekî sernivîsa gotarê be, wisa dê were nivîsîn:
Zebeşên [[Amed|Amedê]] gelekî xweş in, ....
(Cihê nîşana "|" ku sernav û nivîsa tê nîşandan ji hev cihe dike li gor klaviyeyan tê guhertin). De biceribîne: ser "vê rûpelê biguherîne" bitikîne, deqa li jor binivîse û pêlî "berê temaça bike" bike.

Niha nivîsa li jor tê dîtin:
Zebeşên Amedê gelekî xweş in, ...


3
 

Niha lînkekê li ser rûpelekê çêbike ku hêj tunebe: [[rûpel hê tune]]

Ev lînk êdî bi rengê sor tê nîşandan, ji ber ku bi vî navî hêj tu gotar tune ye. Wisa xuya dike: (rûpel hê tune)


4
 

Ser lînka sor bitikîne.

Dê rûpela nivîsandina gotara nû bê nîşandan. Tê de haydariyên li jêr hene:
"Ev rûpel hîn tune.
Eger tu bixwazî vê rûpelê çêkî, dest bi nivîsandinê bike û piştre tomar bike. Cesûr be, biceribîne!
Ji bo alîkarî binêre: Alîkarî.
Eger tu bi şaştî hatî, bizivire rûpela berê."


Di bin van haydariyan de jî cîhekî ji bo nivîsîna gotarê heye.