Dinya, Erd yan jî Cîhangerstêrkekepergala rojê ye ku piştî gerstêrkên Tîr û Gelawêjê gerstêrka sêyem a nêzîkî Rojê ye. Dinya yekane heybera astronomîkî ye ku tê zanîn jiyanê vedihewîne û piştgiriya jiyanê dike. Di pergala rojê de gerstêrka yekane ye ku girseyên mezin ên avê diparêze. Rûyê Dinyayê bi giranî av e û hinek deverên din ên Diyayê jî wekê qeşayên li herêmên cemserên bakur û başûr qeşa ye. Bi piraniya ku rûyê Dinyayê ji sedî 70,8 ji avê pêk tê, bi rûbera rûava deryayê û rûbera bejahiya erdê re, rûyê Dinyayê bi giştî 510 milyon km2 ye. Ji çaran yekê serzemînê bejahî ye û ji çaran sisê ji rûyê dinyayê jî ji deryayê pêk tê. Temenê dinyayê 4,5 milyar sal e û ji sedî 29,2ê rûyê erdê ax e ku ji parzemîn û giravan pêk tê. Piraniya axê di nîvkada bejahiyê de ye. Dinya xwedî atmosferekê ye ku bi piranî ji nîtrojen û ji oksîjenê pêk tê. Şert û mercên rûyê dinyayê bi giranî ji hêla atmosferê ve ji hêla pêkhateyê erdê û sîrkulasyona erdê û bi sîrkulasyona okyanûsê ve têne birêvebirin. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.