Aliyenasyon

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Alîneasyon hat beralîkirin)

Aliyenasyon (bi îngilîzî: Alienation) tê wateya "tenêketin, jêdûrketin, tenêmayîn". Di zanîstiya derûnnasiyê de wekî tabloyeke nexweşiyan pirr tê bikaranîn.

Mirov di jiyana xwe ya li cîhanê de roj bi roj, dem bi dem ji sirûştê dûr dikeve. Ev yeka han bi xwe re hin xetereyan tîne. Mirov nizane dê paşerojê de ev jiyana han çi bîne. Aliyenasyon bûye mijara wêjeyê jî. Gelek pirtûk û lêkolîn li ser aliyenasyonê hene.

Mirov di jiyana nûjen de herçendî azad e lê dema ev jiyana me serûbin bibe, bêçare ye. Nikare jiyanê û bingehên jiyanê ji nû ve avabike. Aliyenasyon tabloya gelek nexweşiyên psîkologîk e. Nakokî di hestan de, jiyana tekane, di têkiliyan de sarbûn, di jiyana civakî de qelsketin hwd hin ji taswîra aliyenasyonê ne.

Mirov ji jina/mêrê xwe hezdike, lê şîddetê bikartîne. Mirov ji kûçikê hezdike, lê kûçikên bêxwedî yên li kolanan aciz e. Mirov ji zarokên hezdike lê ji zarokên birçî yên cîranan aciz e. Mirov mafê netewa xwe nasdike lê li dijî mafê neteweyên din têdikoşe. Ango gelek nakokî û xetere hene di jiyana mirovên nûjen de. Bingeha hemiyan alîneasyon e, ango ji sirûştê dûrketin e.