Bêleka Jêr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Bêlekê hat beralîkirin)

Bêleka xwarê gundekî herêma Bamerdê ye ku li bin ava bendava ilisuyê maye. Li kêviya çemê Dîcleyê ava bûye û dîroka wî gelekî kevin e. Li vir xaniyên şikeft hene. Her wiha şikeftên ku berê wek mizgeft û dêr hatine bikaranîn jî heye tê de. Her şikeftek ji yek ango du odeyan pêk tê. Li gor gotinan di zemanên kevin de ev cih ciheke pir taybet bû. Aboriya vî gundî li ser çandin, masîvanî û kelekvanî bû. Piştî ku avabûna Bêleka Jor gundîyan mala xwe kişandin Bêleka Jor.