Başkerdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Başkurdî hat beralîkirin)

Başkerdî yan jî başkurdî[1], zimanekî hind û ewropî ye, ji malbata zimanên îranî yên bakurê rojava ye. Cîhê başkerdan li başûrê rojhilata Îranê de, li Kerman, Sîstan û Belûçistanê. Li gorî zimannas zimanê başkurdî zimanekî belûçî ye[2][3], lê li gorî hin zimannasên din jî başkurdî zimanekî lorî ye[çavkanî hewce ye].

Hin minak ji zimanê başkerdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bodo kār-om hä (De were, karê min heye!)
  • Çay äxwardenəm (Ez çay vedixwim)
  • Şoma çay naxwarî? (Hûn çay venaxwin?)
  • Köwtäm pā­-m därd-i ke (Ez ketim, piyê min diêşe)
  • Mā čīz-i nä m-kerden (Min tu tişt nekir)
  • Mä dǖš kār-om ke (Min duhî kar kir)
  • Mon-et dīst-om (bakurê başkurdî) , men-et dīt-īn (başurê başkurdî) (Min tu dîtî).
  • Bar (birin)
  • Bast (bestîn)
  • Go (gotin)
  • Ger (girtin/dagir kirin)
  • Gergaw (girîn); bêgeryew! (bigirî!)
  • Şkan (şkandin/qir kirin)
  • Ûst (rawastîn)
  • Xow (xewtin/raketin)
  • Xwar (xwarin û vexwarin)[4].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]