Bişkoj
Xuyakirin
Bişkoj ji bo qefaltin û qulpokgirtina cilûbergan an tekstîlên din ên kêrbar, tê bikaranîn. Wekî xemilandinê jî di modayê de tê bikaranîn. Berê ji hestî, lajwerdê dihatin çêkirin lê îro ji gelek materyalan in.
Bêjeya bişkoj navê giştî ye.
Hin ji cureyên bişkojê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bişkoj an bişkoja qulqulkî, a navdar e
- Bişkovk, ji bo yên hacetan, bo mînak ên elektrîkê
- Qupçe, bişkojên kinc û lihêfan ûêd
- Gûzik, bişkojên bo qefaltina pardesûyan, wekî darikekê ne, ne glover in, di xelekan re tên derbaskirin (bi almanî Knebel)
- Bişkojên pêlêkirinê, çîkute, bi tirkî çitpit
- Devzendik
- Bişkojên kuvarkî, bi qulpik in, dişibin kuvarkê
Dîroka bişkojê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîroka bişkojê bi qasî 6 hezar salan kevn e. Beriya wê mirovan ji bo qefaltinê riwek, hestiyên ajalan bikardianîn. Di demên antîk de hat vedîtin û îro gelek cureyên wê hene.