Bikarhêner:Balay~kuwiki

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kurdistana başûr û Festîvalên bêencam

13 şubat 2008 Çarşem Saat 17:00

Li Kurdistana başûr ewqas festivalên Rewşebîrî tên sazkirin, êdî van festîvalan têgeh u fonksyona xwe winda kiriye.

Ev şêwe Festival, ji xana rêzgirtinê derçune u ketine di bazineya çavlêkirinê da, armanc ji buye ew ku, bejin me filan festival li darxist u rêz li filan kesî girt, lê ya rast rêzgirtin u parastina Nirxên me yên netewî ne bi vî awayî ye.

Helbet kesek li dij nîne ku serwer u Ronakbîrên Pêşeng yên Edebî, Dîrokî, Hunerî u zanistî, yên weke Kesatîyên Malbata bedirxanîyan, Şerfxanê Bidlîsî, Xanî, Cizirî, Cegerxwîn, Guran Mehwî Nalî, mela Enwerê Mayî…htd rêz li wan bihête girtin u ew ji layê Gel u Desthilatê ve bihêne xelkat kirin, lê ne bi vî awayî u ne bi van metodên Kilasîk u bê konsept u bê armanc u bê encam.

Me got bê encam, lê çawan bê encam, ji ber ku ji sala 2003an heta îro li Kurdistana başur bi dehan Festival hatine lidarxistin, weke ez agihdar im, çendeha million Dolar li van festîvalên hemereng hatine mezaxitin, ji van bi dehan million dolar hatine xeric kirin, bawer dikim rêjeke gelek kêm ya van pereyan di kenalên dirust re hatine mezaxtin weke din hemu bi vexwarina elkehol u razana Hotêlên luksos u xwarina hemerbuyîyan hatin xeric kirin.

Di vê nivîsê da ezê bi tenê Festivala Cegerxwîn ji bu xwendevanan weke mînak nişan bidim

Ji ber ku ezê rewşa niha ya Kurdistanê di dem u ciyê vê Festivalê de hinekî şirove bikim.

Cegerxwîn yek ji Ronakbîr u Nivîskarên kurd yên ji rêzê ye, gelê kurd hemu deyndarê helbest u Fikra wî ya netewîye, pêwîste em qedrê wî bigrîn wî zindî bihêlin, lê çawan u bi çi şêwe?!

Di bersivdaneke kurt de, di bêjim ne bi festîvalan u xwe nîşandanê, em bi sedan Mêhvanan ji her alê Cihanê u hemu perçên kurdistanê top bikin u bejin va ye em festivalekê ji bu cegerxwîn li dar dixîn!!

Pirs ewe ji vê Festîvalê, ji vê şehyanê, ji vê çalakîya bi qelebalix, behr u para Cegerxwîn çend dikeve? Ango bi Festivaleke bi vî awayî em dikarin nirxên Cegerxwîn çend bilind ragirin u wan berz u bi qîmet bihêlîn?! Dibe ku ev xalên jêrî hind layenên nepenî yên van pirsan bidin zelal kirin.

1-Li ciyê Festivaleke weha bi qelebalix u bi mezaxtina pereke bê sinor ku em dizanin gelê kurd li başur niha u di vê rojê de, çend hewcedarîya wan bi pereyan heye, ev çend mehin Memor u karkerên li kurdistanê mehaneya xwe wernegrtine u Malbat nikarin yek bermilê Petrolê bikirin u zarokên xwe pê ji sermay ê biparêzin, ji ber ku di xezina Hikumetê de pere nemane u Baca nu ji ya 2008an di perlemanê Iraqê de ne hatiye biryardan.

Cegerxwîn bi xwe jî niwêner u nivîiskarê Cotkar u karkeran bu, piraniya helbestên xwe ji bo ked u emeka wan nivisandîne, ji bilî ku bi dehan malbatên Koçberên Enfalan li bajarê kerkukê, di Stadioma Fotbalê ya Kevin de li jêr xanîyên axê u Naylonî de dijîn, u rêkxistinên mafên mirovan yên navnetewî rewş u jiyana van malbatan weke xala lekê u kêmasîya desthidarîya kurdî nişa raya giştî dan e, dîsan Enîya Turkmenên dij kurd ev yek di berjewendiya xwe de u li dij desthilatdarîya kurdî u pirsa kerkukê bi kar anî ye.

Ji alek din, ma rind u jêhatî tir ne dibu, eger li ciyê mezaxtina van hemu pereyan Dibistanek bi navê Cegerxwîn hatbaye avakirin u şagirdên kurd têde fêrî zanîn u zanistê bibane, ew zanîna ku Cegerxwîn di hemu nivîs u helbetên xwe de, behis dike u hêvî u armanca wî ew bu ku, Zarokên kurd, Keç u Xurtên kurd hînî zanîn u zanistê bibin, hevalekî di desthilatdarîyê de ji min re got ku nizikî 500,000$ Dolar xerciyên vê Festîvalê hatine destnîşan kirin, Gelo ma Dibistaneke Nimuneyî bi navê Seydayê me Cegerxwîn ne dihate avakirin, ku Statuyê wî (Peykerê wî yê Rumetê) di Baxçê vê dibistanê da hatbaye bilind kirin u heta hetayê ew zindî hişt baye!

2-Ev Festival, bi vî awayî, rê xweş dikin ku hemu Malbatên kesatîyên kurd yên ku xizmetkirine, daxwaz bikin u bejin em jî Festivalekê ji bo kesatiyê xwe dixwazin u ev dê weke çavlêkirnek u kevneşopîyekê berdewam bibe, u bibe ciyê dilêşiya gelek kes u gelek malbatan.

3-Ma baştir ne dibu eger pereyê du Festîvalên weha ji bo damezrandina (ENCYCLOPEDIA)yek Kurdî bihêne xerc kirin u çend Akadîmîsonên jêhatî u çend kesên Hunera Serdem ya Weşanan dizanin bihêne wezifedar kirin, di du sê salan de, Ensklopêdîyayeke jêhatî ku her tiştê kurdan di nev xwede tomar bike u heta hetayê Dîrok, Edebîyat, Civak u Erdnîgarîya Kurdistane zindî bihêle?!

4-Ma baştir nedibu, eger ev pere bidiyana Zanîngehên li Kurdistanê u li ser navê van Ronakbîrên Kurd di Zanîngehan de, li gur pisporiya wan gropên Xebatê damezrînin u kesên Pispor wezîfedar bikin, weke mînak bêjîn, ji Bo Mamosta Cegerxwîn di warê Zimanî de gropa karê li ser Ziman bihête damezirandin, ji bo Şerefxanê Bedlîsî gropa karê ji bo Dîroka Kurdistanê bihête damezirandin, ji bo E.Xanî Gropa karê ji bo Edebîyatê bihête sazkirin...u htd.

5-Ma baştir nedibu, eger nîva van pereyan ji bo pêşxistina(Software)a bi kurdî hatbane xeric kirin u çend xurtên kurd yên ku, bi sikript u zimanên Kompiuterê baş dizanin, bi zimanê kurdî software ê ji bo hemu dayîre u saziyên Dewletê bi afrînin, da ku em kurd jî hest bikin ku em li pey dîrokê ne u weke hemu milletan dikarin feyde ji teknîka nu bibînin.

6-Ma çêtir ne dibu eger, Weqfên Zanistî, Edebî, Dîrokî u Hunerî bi navê van Ronakbîran hatbane sazkirin u pereyên festivalan, gihabane van weqfan u piştî demeke kurt ev weqfe karî ban xwe li ser piyan bigirin u ew bixwe, xwe Finanse bikin, da ku her tim ne bin barek giran li ser Baca Gel u Hikumetê.

7-Ma baştir nedibu, eger Hikumet yan jî wezareta taybetmend biryarê bide u weke kevneşopîyê, her sal yan ji du salan Festivaleke jêhatî rêk bixin u bi yek car Xelatan bi navê van Ronakbîran bidin kesên di sale de baştirîn xebat kirî, di warên cuda de, weke Xelatê Cegerxwîn ji bo helbestê, xelatê Şerfxan ji bo Dîrokê …htd.

Di Festîval duyan de, ya Roşnebîrî li Duhokê li payiza 2007an, min gazindeke weha ji amadekarên festîvalê re kir u min jêre got hey hewar... xercîyeke bêhessab li van Fesîvalan diçe u feydê wan li gur xerciyê pirr hindike, weke gotineke kurdî heye dibeje (Ew mirî bi ber wî girî nakeve!!), lê xweya bu, rastîya me, dilê hind kesan êşand.

Li dawiya Nivîsê ez ê gotina dînekî Amudê libîr bînim, dema ku derketî ber derê malê û wî didî ku baran pir dijwar dibare, ji erd û esman tê xwar bi hêz diherike, ew ji ma fikirî û got :

“Ce willeh ev baran ya yekî bi Aqil baye têrî 10 salan dikir.”

Necîb Balayî

Prag