Dengnasiya bilêvkirinê
Dengnasiya bilêvkirinê tayek ji zanista dengnasiyê ye. Li dema xwîndina bilêvkirinê da, dengnas bizavê dikit çawayî ya bilêvkirina dengên dengdêr û denganî tomar bikit. Anko, dengnasên bilêvkirinê meraqdar in bizanin ka her endamekê boriya dengî (mîna ziman, didan, qirqirik û lêvan) çawa bi hev ra dixebitin da dengên axivtinê çê bikin.
Kher û ker, têbîniyeke dengsazî (phonetic)
Di nivîsandina gotina "ker" de, ku dewarekî çarling û guhdirêj e, û gotina "ker" de, ku yek ji taybetmendiyên mirovê ku dengan nabihîse ye, em dengê /r/ cuda dininvîsin daku em tevleheviya herdu gotinan ji hev cuda bikin! Ev yek çewt e! Rastî ew e, ku ev herdu gotin xwe ne di dengê /r/ de, lê di dengê /k/ de ji hev cuda dikin! Yek ji taybetmendiya dengsaziya (phonologiya) Kurdî ew e, ku du dengên /k/ di Kurdî de hene, yek /k/ henasedar (unaspirated) û /kh/ henasedêr (aspirated). Heke mirov bixwaze vê angaştê taqî û tecrube bike, mirov dikare kefa destê xwe deyne ber devê xwe û gotina „ker“ dewarê çarling û guhdirêj, bilêv bike. Hingê mirov bi sura bayekî nerm hîs dike! Dema mirov heman tecrubeyê ji bo gotina „ker“ jî, mirov ku dengan nabihîse, bike, mirov vê sura bayê nerm hîs nake! Hin mînakên din:
kar brm. khar kanî brm. khanî kurk brm. khurk kal brm. khal
Heke mirov bixwaze angşatê bêtir dabîn bike, mirov dikare tîpên /kh/ û /k/ ji herdu gotinan bavêje û tenê dengên /er/⇒[ar](bilêvkirina phonêtîk) di herdu gotinan de bilêv bike. Hingê mirov sura bayê nerm di herdu /er/an de hîs nake! Ev yek jî angaştê (argumentê) dupat dike, ku cudahiya herdu gotinên ker, dewar, û ker, mirovê dengan nabihîse, ne di dengê /r/ de ye, lê di dengê /k/ de ye!
Mixabin di rastnivîsandinê de tîpên taybet ji bo van dengan nehatine terxankirin, ji ber hingê ev tevlehevî derdikeve hole! Helbet terxankirina nîşan/tîpeke taybet ji bo van dengan ewqas girîng nîn e, dema mirov dostê xwendina kurdî be û fêrbûneke dezgehî û fermî hebe, mirov van cudahiyan zû ji holê radike û diçe ferqa wan!