Firaxşok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Firaqşok hat beralîkirin)

Firaxşok alaveke pêjgehê ye bo pakijkirina, şûştina firaxan tê bikaranîn. Di kargehan de herwiha bi heman armancê tê bikaranîn.

Firaxşoka malê
Kevala firaxşokê, bo şûştina firaxan

Bi pêşketina teknîkê ve niha li seranser cîhanê gelek tên bikaranîn. Him pakij dişo, him ji bo şûştina firaxan kêm demê divê. Mirov ji av û enerjiyê jî paşrojî dike. Mixabin herçendî li Kurdistanê gelek bendavên elektrîkê hebin û Kurdistan kana hilberîna enerjiyê ye jî, pirraniya kurdan ji firaxşokê mehrûm in.

Bi navê Josephine Cochrane xanimeke Amerîkayê sala 1893 patenta wê digire û ew dibe derhênera firaxşokê. Yekemîn firaxşoka Ewropayê ya elektrîkî, ji aliyê fîrmaya bi navê Miele ve, sala 1929'ê tê hilberîn.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]