Gava ku masî tî dibin (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gava masî tî dibin hat beralîkirin)

Romaneke nivîskar Helîm Yûsiv e, sala 2009an li Amadê ji aliyê Weşanên Lîs ve hate weşandin. Li gorî romanên wî yên berê zimanê "gava masî tî dibin" hêsantir û rihettir tê xwendin. Rastnivîsa Kurdî ya vê romanê jî li gorî romanên Yûsiv ên berê baştir e. Roman behsa kesekî bi navê Masî dike. Lê çîrokbêjê romanê ne kesê yekem, ne jî kesê sêyem ê ku em baş nas dikin e. Çîrokbêjê mijarê kesê yekem û kesê sêyem ên piçekî ecêb in. Ecêb in ne ku nenas in. Kuçikê Masî, deriyê mala wî, marê reş yê di binê xaniyê wî de. Pirtûkên wî, nivişta wî bi xwe ji xwe re çê kirî, şûtika wî û hwd.

Çîroka Masî ji destpêkê heta dawiyê trajîk e. Masî mirovekî ne weke mirovên li dora xwe xuya dike, lê din rastiyê de dema xwendevan berê xwe vî karekterî, wê tê derxe ku çîrokên mîna yên Masî li derdora wan jî hebûn û bahoza hestan a Masî hetta carinan bi wan re jî peyde dibû. Masiyê li gorî der dora xwe ecêb, ji destpêkê ve diyar e di nava lêgerînekê de ye. Lêgerîna çi ye? Bersiva we yekser nayê dayîn. Kurdên ku xerîbî û mişextî para wan a jiyanê ne wê zê tê bigihijin ku Masî li xwe bi xwe digere. Pêşî dibe dîndar, di pirtûkên dînî de li rastiyê û li xwe digere. Paşê jî di nava siyaseta çepgir (an jî weke xwendevan bi min re ew hîs çêbû ku siyaseteke çepgir a Kurd bû) de cihê xwe girt. Di vê navberê de Masî keçekê nas dike û dil dikeviyê.

Masî demeke zêde nakeve navberê, dide dûv heskiriya xwe û berê xwe dide çiyayê Kurdistanê. Bûyerên ecêb tên serî Masî. Di şerekî gelekî xeddar û newekhev de cihê xwe digire. Ev şer bi tîbûnê destpê dike. Masî û hevalên wî çiqasî bi çiyê ve hildikişin tî dibin. Ev tîbûna ku carinan rastî, carinan mecazî ye, di tevahiya romanê de behsa wê tê kirin. Êdî ji xwendevan re maye biryarê bide ka ev tîbûna çi ye. Dostanî, hevaltiya çiyê, dilsozî, li aliyê din xiyanet, rûyê reş ê dijmin û şer. Yeko yeko ji devê şahidên bûyeran, şûtik, pêlav, niviştê û hwd. têne xwarê. Çîroka Masî di berfê de digihêje qonaxa ku êdî berjêr dibe. Lingên Masî di berfê de dişewitin û bi riyeke dûv dirêj xwe digihîne Stenbolê ji bo ku derman bibe. Paşê dîsa vedigere bajarê xwe, xaniyê xwe ku wî bi xwe ji xwe re çêkirî. Wê demê hin aliyên din ên çîroka Masî ronî dibin. Çawa bavê wî di dema qaçaxçitiyê de hatiye qetilkirin. Dayika wî çawa emrê Xwedê kiriye û peydekirina kûçikê wî yê dilsoz.

Ji destpêka çîrokê heta dawiyê, sînorên ku welatê Masî parçekirine geh hene û geh nînin. Geh dil û cigerên wî parçekirine û geh dilê wî ji wî veqetandine. Ji ber zexta ku esker êû polêsan dewleta lê Masî biryarê dide berê xwe bide oxirê û pişta xwe bide felekê û biçe Ewrûpayê. Beriya vê yekê bike jî dixwaze soza dayî hevelê xwe yê Amedî bi cih bîne. Wêneyê keça wî bide keça wî. Masî bi zor û zehmetî diçe Amedê, bi ser malê ve dibe û li wir jî bûyerên ku mirov êdî ya rastî hinç li bendê ye diqewimin. Ji ber ku nivîskar, beriya bûyer biqewime, nîşanên bi vî rengî dide. Di dawiya romanê de beriya Masçî berê xwe bide Ewrûpya wê timî lê tîbe, keçika dilketiyê careke din dibîne.

Ev çîroka Masî behsa hin pirsgirêkên Kurdan û Kurdistanê jî dike, lê ya herî zêde di romanê de derdikeve pêş reşbînî û xemgîniye. Ji destpêka romanê heta dawiyê barekî giran, ewrekî reş li ser romanê heye. Xwendevan jî dema ji bûyereke trajîk derbasî ya din dibe, ji êşekê derbasî ya din dibe, her cara ku rûpelekî diqulipîne, li bendeyê ji bo kêliyekê ev bar kêm bibe, ew ewrê reş xwe ji ser bide alî. Lê nivîskar vê daxwaza xwendevan bi cih naîne. Ya rastî hîsseke wisa bi xwendevan re çêdike, weke ku bi qesd û bi daxwaz ev yek kiribe. Aliyê herî lawaz ê romanê jî ew e ku hêvî di ti deverên wê de nîne. Hêvî carinan dîq bike jî, ew bi dizî ye û xwendevan pê nahise.