Gotûbêja wêneyî:Jaro.jpg

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gelek caran tiştên nêzik dikevin kulabê dûrahiyan… û bi hêzeke ku neyê zeptê mirov dikeve şerekî ku sedemên jiyanên xwe yên dûr; nêzikahiyan zept bike. Qehremanê ku pirtûkê bi me dide nasîn ji parzûna rengan sedemên jiyanê nîşanî me dide. Di destekî xwe de dûrahiyan di destê dî de nêzîkahiyan dide ber roniya rojê… Di ronahiyên dûmaliyan de li cem rûyê qehreman, di gera dîrokê de kesayetiyên demguhêr em dibînin. Bi vê nerînê JARO gerokekî dîrokê ku bi pey nemiriyê ketiye ye. Bi vê gera xwe bi qasî dûrbîniya me, me bi nêzikahiya me re jî rû bi rû dihêle. JARO qîrînên dîrokê şîrove dike. Bi xwendinê em fêr dibin ku JARO; xwestekên me yên ku bûne xwîn û di nav demarên me de gerê didin xwe û em bêrawestan li pey wan dibezin, dinirxîne. Û piştre JARO xemgîniyekê dirêse di nav perdê dilê me de. Her çendî pirtûk rûpelên xwe bi mirina JAROyê ku li pey nemirinê digere jî bigire, diyariyeke ku sûdewariyên mezin jê peyda bibin diyarî gel dike…

Fırat PENABER --—(Ev peyama bê îmze ya 92.45.192.76 (y)e • NîqaşBeşdarî)