Gurê Manco

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gurê Mango hat beralîkirin)

GURÊ MANCO

Ji vî gurê tirsnak û xeyalî re çewa Gurê Manco tê gotin, her wesa Gorê Mango jî tê gotin. Ev gur yek ji elementên çîroka Kurdî yê tirsandinê ye ku tenê ji bo tirsandina zarokan tê gotin, da zarok bi şev û bi tenê dernekevin derva, neçin çolê û li cihê tenha nemînin. Xasma jî dema zarûn di çaxê razana xwe de ku ranezên, dayîk wan bi Gurê Manco ditirsîne da zû rakevin. Heta van salên dawiyê jî, bêguman hemû zarûkên Kurd xasma yên li gundan, bi Gurê Manco hatine tirsandin û ketine xewê.

Gurê Manco qaşo di tarî û demên awarte de derdikeve holê, zarokan didize û ji xwe re dibe. Di hin şaxên çîrokan ên cuda de, Gurê Manco zarokan nadize lê wan dixwe.

Gurê manco koleyê Tirk Altay û Qirgizan e. Bi tirkî jê re dibêjin "Mankurt". Dema ku bixwazin yekê bikin Gurê Manco; Porên serî diqusînin, zilût dikin û postê deveyê ku nû serjêkirî, li serî dinixêfin. Dest û nigên wî girê didin û didin ber tavê. Ew post pêve dizeliqe û nahêle por derkeve derve û ew mûyên por ber bi qaqota serî de dizîvirin. Ew kes ji êşa serî hişê xwe wenda dike û xwediyê wî çi bêje bi gotina wî dike.

Pirê caran, Gurê manco wek leşkeran bikar anîne û wan li şeran asê kirine.

Ev Gurê Manco eger çi be, heta niha jî çu folklorîstekî Kurd bi awayekî zelal wî nedaye nasandin. Ji ber hindê mirov dikare bêje ku gurekî xeyalî ye.