Jan Axîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Jan Axin hat beralîkirin)

Hunermendê kurd Jan Axîn di sala 1973'an de li gundekî Batman'ê hatîye dinyayê. Ji biçukatiya xwe de muzîk, hest û remanên Kurdî di gîyanê wî de cihekî girîng girtin.

Jan Axîn
biguhêreBelge

Di muzîka Kurdî' de klasîkên mîna Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha, Mehmed Arifê Cizrawî û Miradko, li ser muzîka wî tesîr kirin. Ji biçûkatiya xwe de ji temburê hez kir û berhemên xwe bi tembura xwe afirand. Di sala 1997' an de beşa perwerdehiyê xelas kir. Berî berhema xwe, di nava xebat û organîzasyonên muzîka Kurdî de cîh girt. Li ser vê bingeha xwurt muzîka xwe ava kir û bi muzîka nujen ya cîhanê neqişand.

Di muzîka cîhanê de jî li kom û kesên mîna Pink Floyd, Gary Moore, Nirvana, Bon Jovi û kesên mîna wan guhdarî kir. Bîr û baweriya wî eve ku muzîka Kurdî jî di nava muzîka cîhanê de êdî rola xwe bileyîze, ji ber ku muzîka Kurdî jî di keskesora vê cîhanê de rengekî taybet û bêhempa ye.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kaseta hunermend ya bi navê "Bajar", ji productîona bi navê Ares'ê derket. Ev kaset ji deh stranan pêk tê. Gotin û muzîkên neh stranan jî, ji aliyê Jan Axîn ve hatiye amadekirin. Jan Axîn di berhema xwe de enstrumanan bi tarza Rock bi kar aniye. Şêrîniya zimanê kurdî hîs kiriye û berhemên xwe li ser vê bingehê afirandiye. Em dikarin wekî mînakek binîşînin ku, helbesta Baba Tahîrê Uryan, ya bi navê "Delal", hezar sal berê hatiye nivîsandin. Lê Jan Axîn, vê helbesta klasîk bi muzikek nûjen biriqandiye. Wekî din cudatiya vê berhemê û taybetmendiya wê, ji helbestên ku di naveroka vê kasetê de hatine bikaranîn tê. Helbesta helbestvanê Frensî Louîs Aragon, ya bi navê "Evîna bextewar tuneye" û ji helbestvanê Yewnanî Konstantînos Kawafîs, helbesta bi navê "Bajar", bi melodiyên Kurdî hatine neqişandin û ev herdu stran, ji bo guhdarvanên muzîka kurdî jî, wê rêgaheke nû vebike. Ji bo strana "Kerîm lawo çekilmast" jî em dikarin bibêjin ku, di stranê de motîfên Rock, bi awayeke bingeh hatiye bikaranîn. Melodî di nav muzîkê de hatiye mehandin. Û her wiha stranên kasêtê, yên din jî, bi kirasê motîfên rock, li rihê gotin û melodiyên kurdî kiriye. Bi taybet strana "Keçikê bimeş" bi melodiyên kurdî yê otantîk, bes bi şêwazeke nu hatiye xwendin.