Destane

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Lepik hat beralîkirin)
Cotek lepik

Destane, lepik, destgork xwekirineke bo destan e. Ji bo parastin, aksesûar, germxwedîkirin û werzîşê tên bikaranîn. Tên refandin (ristin), an ji çerm, kaûçukê ûêd tên dirûtin.

Dîroka wê gelek kevn e. Ji vir 3 hezar salan berê wekî îro bo gelek armancan dihatibûye bikaranîn. Med, egîptî (misir), romayiyan gelek cureyên lepikan bipêşxistine.

Dirûvên sereke yên destgorkan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Destaneyên pênctilî
  • Destaneyên dutilî (bêçiya serî û bo çarên din jî yek tilî)
  • Destaneyên bêçîqutkirî

Hin cureyên lepikan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Destaneya ji têgeriyan (înfeksiyon) diparêze
  • Destaneya di laboratûarên kîmyayê de tê bikaranîn
  • Destaneya bijîşk bikartînin
  • Destaneya basketbolê
  • Destaneya boksê
  • Destaneya zivistanê
  • Destaneya ji çermê
  • Destaneya kar (gelek cureyên wê hene, ji bo her karekê lepikek)