Deşta Mişarê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mişarê hat beralîkirin)

Deşta Mişarê, deşteke li Dihê ye. Deşt di navbera 4 çiyayan de dimîne. Ev çiya: Çiyayê Gabar, Çiyayê Şêx Emer, Çiyayê Reş û Çiyayê Kehnîya(Ev çiya cihê kozê ye. Ev çiya dibe 3-4 bir û piranîya milkê kozê yê şêniyên gundên Zovanya, Eynê, Kûşê û Basnê ye) Li dora deştê nezîkî 25-30 gund hene. Piraniya herêmê ji eşîra Jêliyan pêk tê lê endamên Dudêrî û Garisiyan jî li hin gundan cî digrin.

Gundên Deştê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eynê, Zovanya, Girhiseynî, Girdara, Tanzê, Qêwix, Îsxasan, Balûkan, Basnê, Diyê, Bêdarê, Tilmişar, Kûşê, Gûveşîl, Zorava, Bilcûnan, Xalidiyê, Lodê, Gundikê Şêx (Şêx Şehwelî), Şîşil, Êmtih, Reşêne, Serxete, Bikat, Awal, Basixrê, Nît, Meylana

Map
Gundên Deştê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Celadet Elî Bedirxan : Kurd û Welatê Wan Kurdistan