Famîleya bûkaniyan
Famîleya bûkaniyan | |
---|---|
Papaver rhoeas | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
(ne aşkera ye): | Angiosperms |
(ne aşkera ye): | Eudicots |
Kom: | Ranunculales |
Famîle: | Papaveraceae Juss. |
Famîleya bûkaniyan (famîleya papaverasiyan, Papaveraceae), ji desteya riwekan Papaverales famîleyeke riwekê ye. Li cemsera bakur û li cihên avhewaya wê subtropîkal in digihê. 26 cins û 250 cureyên vê famîleyê hene. Li Kurdistanê çend cureyên wê hene ne diyar e, lewra xebateke zanistî li ser floraya Kurdistanê nehatiye kirin. Bi texmînî 30-40 cureyên wê tên dîtin.
Hin cinsên wê salane, hin jî pirrsalane digihên. Hin cureyên wê li deviyan dijîn. Pirraniya wan avzêyek (xwizî, îfraz) zer an sor didin der. Pelgên wê lobikî ne. Ji vê desteyê Androkeum 16 – 60 stamenan dihewînin, anterên wê bazîfîkî ne. Ji Papaver somniferum efyon tê bidestxistin û çandiniya wê tê kirin. Gulebûk (Papaver rhoeas) riwekek salane ye, mêrg û deviyên Kurdistanê dixemilîne. Xaşxaşik (Papaver somniferum) jî salane ye, ji viya heşîş tê çêkirin.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Famîleya bûkaniyan di APWebsiteyê de. (almanî)
- Mingli Zhang, Zhiyun Su, Magnus Lidén & Christopher Grey-Wilson: Papaveraceae s.l. in der Flora of China, Volume 7, 2008, S. 261: Online. (Abschnitt Beschreibung und Systematik)
- Robert W. Kiger: Papaveraceae s.l. in der Flora of North America, Volume 3, 1997: Online. (Abschnitt Beschreibung)
- Agahî li ser famîleya bûkaniyan û floraya Pakistanê. (îngilîzî)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |