Partîzan (siyaset)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Partîzan hat beralîkirin)

Di ramyariyê de, partîzan ew kesê ku endamekî çalak e di pariyeke siyasî de. Di pergalên pir-partîyî de, têgih bi awayekî berfireh têgihandine neyênî dihewîne- ew kesê ku bi temamî û kûranî pişta siyasetên partiyên xwe digirin û bi giştî meyla wan tune ku bizanin bê siyaset û helwestên reqîbên wan yên siyasî çendî rast in. Partîzanî dikare di bin bandora gelek hokeran de bimîne wek bûyer û rûdanên hevdem, serokatî, biryar û heta cîwar jî.

Wek nimûne, Commonwealth realm de, melik, an jî monarş bi zanîn divê ne partîzan be û bi hêzin taybet û cuda tê xurtkirin ji bo ku bikare hikûmetê ji hev bixîne di rewşên ku demokrasî tê de dixetime. Ev jî dijberî siyasetmedarê pispor ê ku jê tê xwestin ku ji bo berjewndiyên partiya xwe tev bigere.

Li Amerîkayê di 50 salên dawî wateya vê têgihê bi şêweyeke mezin hat guherîn, Before Berî Lêkolîna hilbijartinan ya amerîkî ya neteweyî ya ku di sala 1952an de dest pê kir, partîzanî wisa rave dikir wek meyl û arezûya mirovî di dengdanê de. Ji wê çaxê de jî "patîzan" wek ew kesê ku xwedî nasnameyeke derûnî li gel yek ji wan partiyên mezin.