Karnameya Erdeşêrê Babekan

Karnameya Erdeşêrê Babekan[1] (Kārnāmag ī Ardaxšīr ī Pābagān, bi îngilîzî: Book of the Deeds of Ardeshir, Son of Papak, bi farsiya nû: کارنامهٔ اردشیر بابکان), çîrokeke pexşanê ya kurt bi pehlewî ye ku di dema sasaniyan (226-651) de hatiye nivîsîn.[2] Çîrok behsa damezrînerê sasaniyan Erdeşêrê Yekê dike. Jiyannameya wî, derketina wî ya ser text, şerê li dij mîrê Erdewanê yê Partan û fetha împeratoriyê ji aliyê kurên malbata Sasan û wekî din jî paşmagirê wî Şabuhr û kurê Şabuhr, Ohrmezd.[3]
Werger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çîrok li gelek zimanan hatiye wergerandin. Wergera herî kevin a îngilîzî ji aliyê Darab Dastur Peshotan Sanjana ve ye, di 1896an de hatiye wergerandin.[4]
Berhevdana pehlewî, kurdî û farisî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Translîterasyona pehlewî:[5]
pad kārnāmag ī ardaxšīr ī pābagān ēdōn nibišt ēstād kū pas az marg ī alaksandar ī hrōmāyīg ērānšahr 240 kadag-xwadāy būd. spahān ud pārs ud kustīhā ī awiš nazdīktar pad dast ī ardawān sālār būd.
pābag marzobān ud šahryār ī pārs būd ud az gumārdagān ī ardawān būd. ud pad staxr nišast. ud pābag rāy ēč frazand ī nām-burdār nē būd.
ud sāsān šubān ī pābag būd ud hamwār abāg gōspandān būd ud az tōhmag ī dārā ī dārāyān būd ud andar dušxwadāyīh ī alaksandar ō wirēg ud nihān-rawišnīh ēstād ud abāg kurdān šubānān raft.
Wergera kurmancî:
Di kar nameya Erdeşêrê Babekan wiha hatibû nivisîn ku piştê ji mirina Îskenderê Romayî di Êranşehr 240 xweday xanî (mîr) hebû. Îsfehan û Fars û herêmên nêzîktirê wî di destê Erdewan salar bû.
Babek merzwan û şaryarê Faris bû û ji nûnerên Erdewan bû. Û di Stexr dirûnişt. Û Pabeg re hîç ferzendê nav berdar nebû.
Û Sasan şivanê Babek bû û herdem digel garran (pezan) bû û ji toxmê/tovê Darayê Darayan bû û di bin dijxwedahiya Îskender reviyabû û bi awayekî nihênî û digel şivanên Kurdan çûbû.
Wergera farisî:
در کارنامهٔ اردشیر بابکان ایدون نوشته شدهاست که پس از مرگ اسکندر رومی، ایرانشهر را ۲۴۰ کدخدای بود. اسپهان و پارس و سامانهای نزدیک به آنها در دست سالار اردوان بود. بابک شهریار و مرزبان پارس و از گماردگان اردوان بود و در (شهرِ) استخر نشیمن داشت. بابک را هیچ فرزند نامبرداری نبود. و ساسان، (که) شبانِ بابک بود، همواره همراه با گوسفندان بود و از تخمهٔ دارایِ دارایان بود. و اندر دژخدایی (= حکومتِ بد) اسکندر به گریز و نهانروش شده بود و با کُردهای شبان میرفت.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
- ↑ Salih, Axwend Mihemed (2019). Kurdgalnamek (Kurdbêjname) Gencîne û şahkareke hêja ya dîroka kevn a kurd û beluçan. Mersin: Weşanên Azad. r. 18. ISBN 978-605-81463-1-0. OCLC 1193248098.
- ↑ C. G. CERETI, "KĀR-NĀMAG Ī ARDAŠĪR Ī PĀBAGĀN" in Encyclopædia Iranica
- ↑ C. G. CERETI, "KĀR-NĀMAG Ī ARDAŠĪR Ī PĀBAGĀN" in Encyclopædia Iranica
- ↑ "The Kârnâmag î Ardashîr î Babagân". Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 4 adar 2020. Roja wergirtinê: 4 adar 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) - ↑ "TITUS Didactica: Middle Persian Sample Text". titus.uni-frankfurt.de. Roja wergirtinê: 29 gulan 2022.
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Nîvîsa bi farsiya navîn (bi elfebaya latînî)
- "Pahlavi Texts: Kârnâmag î Ardashîr î Babagân ('Wergera îngilîzî ya Pirtûka Kirinên Erdeşêrê Babekan')". www.avesta.org. Roja wergirtinê: 23 kanûna pêşîn 2022.
- ""KĀR-NĀMAG Ī ARDAŠĪR Ī PĀBAGĀN" li ser Encyclopædia Iranica". iranicaonline.org (bi îngilîzî).