Qebîleya Sentinelê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dîmenek ji Girava Sentinel a Bakur ku cihwarê parastî ya Qebîleya Sentinelê ye.

Qebîleya Sentinelê, qebileyek îzolekirî yê ji cihana derve ne ku wekî Sentinelî û Giraviyên Sentinel a Bakur têne zanîn. Qebîleya Sentinelê gelê xwemalî ne ku li Girava Sentinel a Bakur a li Kendava Bengalê ya li bakurê rojhilatê Okyanûsa Hindî dijîn. Sentinelî komek eşîrî ne bi taybetî wekê komek bê parastî hatine destnîşankirin ku komek ji koma berfireh a gelên Andamanî ne.

Li gel Andamaniyên Mezin, Jarawas, Onge, Shompen û Nîkobareyî, Sentineleyî yek ji şeş gelên xwemalî û pir caran komek veqetandî yên Giravên Andaman û Nîkobar in. Berevajî komên din, sentineleyî xuya dike ku bi awayekî domdarî hemî têkiliyên bi cîhana derve re qebûl nekirine. Ew kesên derve wekê kesên bê ewle dibînin û hinek kesên ku nêzîkê giravê bûne yan jî daketine ser giravê ji aliyê Sentineleyiyan ve hatine kuştin.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. "'Adventurist' American Killed by Protected Andaman Tribe on Island Off-Limits to Visitors". The Wire. Roja wergirtinê: 24 nîsan 2023.