Famîleya sorindaran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Rubiaceae hat beralîkirin)
Bouvardia ternifolia

Famîleya sorindaran, famîleya rengdaran, famîleya dara rengê (Rubiaceae) famîleyeke riwekan e, di desteya yekcureyan (Gentianales) de cih digire. Bi 626 heya 660 celeb û 11150 heya 13150 cureyan, pêncem malbata mezin a riwekên Magnoliopsida ye.

Ji reng (dar)ê (Rubia tinctorum) û gelek cureyên din boyax tên çêdikin. Li Kurdistanê çendên vê malbatê digihên, ne diyar e. Hin endamên vê malbatê dar, hin jî giya û devî ne. Cara pêşîn bi navê Rubiaceae sala 1789'ê Antoine Laurent de Jussieu di Genera Plantarum, r. 196'ê de binavkiriye. Berê ji vê malbatê re digotin Rubiales Benth. & Hook.f..

Navên din ên bo vê malbatê hatine bikaranîn: Aparinaceae Hoffmanns. & Link, Asperulaceae Cham. ex Spenn., Cinchonaceae Batsch, Coffeaceae Batsch, Cynocrambaceae Meisn. nom. illeg., Dialypetalanthaceae Rizzini & Occhioni nom. cons., Galiaceae Lindl., Gardeniaceae Dum., Henriqueziaceae Bremek., Lippayaceae Meisn., Lygodisodeaceae Bartl., Naucleaceae Wernham, Operculariaceae Juss. ex Perleb, Theligonaceae Dum. nom. cons.

Navdarên vê famîleyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]