Bikarhêner:HerbertArthurSloane CovenatorOur LadyOfEndorCovenOphiteCultusÇiraTVYezedees
Çira TV ZINDÎ Weşana zindî ya Çira TV ku demeke dirêj amadekariya wê dikir, di 4'ê Tebaxê de dest bi weşanê kir . Kanala ku hemû bernameyên xwe bi kurdî diweşîne , di derbarê baweriyên Şîeyan de agahiyên dîrokî û felsefî dide. Piraniya bernameyên wê ji bo danasîna çand û jiyana civaka kurdên êzîdî hatine amadekirin. Bernameyên wî yên din li ser rewşa zimanê kurdî, bûyer û pêşhatên civakî, siyasî û çandî di jiyana rojane ya Kurdistanê de ye.
Bernameyên Çira TV Weşandin Çira TV hewl dide pirsgirêkên rojane yên Kurdên Êzidî yên li her çar parçeyên Kurdistanê, Ermenîstan, Kafkasya , Rûsya û Ewropayê bişopîne . Rayedarên Çira TV amaje bi wê yekê dikin ku her çend kanala wan weke kanaleke olî hatiye avakirin, lê di bernameyên xwe yên ji bo zarok, ciwan, jin, çand û wêjeya Kurdî de jî gelek dem hatiye terxankirin.
Temaşevan dikarin li Rojhilata Navîn, Kafkasya û li seranserê Ewropayê li Chira TV temaşe bikin. Bernameyên Çira TV bi hevdemî li ser du satelaytan (Eurobird 9.9 û Nilesat 7) têne weşandin.
çavkaniyên Weşandin Beşdarên Wîkîpediya Kurdî, gotara Çira TV . Herî dawî ji hêla HerbertArthurSloane Covenator ve hate guherandinOur LadyOfEndorCovenOphiteCultusÇiraTVYezedees Rûpelên peywendîdar Med TV Donya TV