Bikarhêner:Siyabendamed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kurdistan

Kurdistan di nexşeyê de Kurdistan welatekî Rojhilata Navîn e û welatê kurdan e.

Welatê Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îranê de hatiye perçekirin. Li gor vê perçebûnê beşên Kurdistanê wiha tên binavkirin: Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Rojavaya Kurdistanê.

Naverok 1 Navê Kurdistanê 2 Dîrok 3 Erdnîgarî 4 Beşên Kurdistanê 4.1 Bakurê Kurdistanê 4.2 Başûrê Kurdistanê 4.3 Rojhilatê Kurdistanê 4.4 Başûrê Rojavaya Kurdistanê 5 Ol 5.1 Misilman 5.2 Elewî 5.3 Yarsan 5.4 Şebek 5.5 Êzîdî 5.6 Xiristiyan 5.7 Baha´î 5.8 Cihûtî 6 Civak 7 Çand 8 Ala 9 Sirûda netewî 10 Galeriya wêneyan 11 Çavkanî 12 Girêdanên derve Navê Kurdistanê[biguherîne]Peyva Kurdistan tê wateya "welatê kurdan" û cara yekê ji aliye selcûqiyan ve, di sedsala 11'an de hatiye bikaranîn. Selcûqiyan navçêya Bahar, li başûrê Hamedan bi Kurdistan navkiribûne. Gorî Şerefxan Herêma mîrgeha Melkişî, Dêrsim, ji aliyê herkesî ve wek Kurdistan dihat nasîn.

Dîrok[biguherîne] Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê

Nexşeya Rojhilata Navîn (1883). Kerkûk ji aliyê Osmaniyan weke bajarekî Kurdistanê hatiye destnîşankirinKurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ye. Bi kêmayî ji Împeratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên helen, romî, bîzansî, ereb, farsî û paşiyê jî osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.

Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetiyên civakî ye ku Kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.

Erdnîgarî[biguherîne]Ji bo bajarên Kurdistanê binêre: Listeya bajarên Kurdistanê

Welatê kurdan Kurdistan îro welatekî dagirkirî û parçekirî ye. Bi hezaran gundên kurdan hatine şewitandin û bi milyona kurd ji cih û warên wan hatine derxistin, mecbûrî koçberiya derveyî Kurdistanê hatine kirin. Di van sedsalên dawî de bi armaca bidestxistin û kontrolkirina welat û êlên Kurdan gelek êl ji Kurdistanê hatin durxistin û li deverên dûrî Kurdistanê hatin bicihkirin, weke mînak Kurdên Anatoliya Navîn, Kurdên Xoresanê, Kurdên Kafkasyayê û gelekên din. Di heman demê de bi armaca asîmîlekirina kurdan û dagirkirina cih û warên kurdan gelek êlên ne kurd li Kurdistanê hatin bicihkirin, weke erebkirina başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Sedam, Kembera erebî li başûrê rojavayê Kurdistanê di van dehsalên dawî de û bicihkirina bi milyonan tirk û tirkoman li bakurê Kurdistanê. Ji ber vê rewşê gelek nexşeyên Kurdistanê jî aliyê gelek kes û rêxistinên ne kurd hatin çêkirin û belavkirin, bêgûman heryek bi armancên xwe ên polîtik û şaşagahdarkirina kurdan û raya giştî. Di gelek ji van nexşeyan da, beşên mezin ji Kurdistanê ji Kurdistanê hatine veqetandin û wiha tê nîşandan kû ne Kurdistanin. Ji aliyê piraniya rêxistinên kurdan nexşeya Kurdistanê ku li jor hatiye bicihkirin weke rasttirîn nexşe, kû piraniya herêmên kurdan di nav xwe de digrê, tê dîtin.

Çend nexşeyên din ên Kurdistanê:

Nexşeya Kurdistanê Nexşeya Kurdistanê Nexşeya Kurdistanê Beşên Kurdistanê[biguherîne]Bakurê Kurdistanê[biguherîne] Gotara bingehîn: Bakurê Kurdistanê Bakurê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Tirkiyê de ye. Bakurê Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmara kurdan ve beşê herî mezin ê Kurdistanê ye.

Başûrê Kurdistanê[biguherîne] Gotara bingehîn: Başûrê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Îraqê de ye. Piştî ruxandina rejîma Sedam Huseyîn beşeke mezin ji başûrê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê tê birêvebirin.

Rojhilatê Kurdistanê[biguherîne] Gotara bingehîn: Rojhilatê Kurdistan Rojhilatê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Îranê de ye.

Başûrê Rojavaya Kurdistanê[biguherîne] Gotara bingehîn: Başûrê Rojavaya Kurdistanê Başûrê Rojavaya Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Sûrîyê de ye. Başûrê Rojavaya Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmara kurdan ve beşê herî biçûk ê Kurdistanê ye.

Serbajarên Kurdistanê:

Amed (Diyarbekir) Sine Ol[biguherîne]Li Kurdistanê çawa ku gelek gelên cûda bicihûwarin, gelek olên cuda jî hene. Ji xeynî misilmanan, êzîdî, şebek, elewî, xiristiyanî, cihû û çend olên din hene.

Misilman[biguherîne]Piraniya kurdan misilman in, lê kurdê ne misilman jî hene. Kurdên ku bi hewramanî, kurmancî- û soranî diaxifin bi piraniya xwe sunî ne u ji mezhebe Şafîî ne. Li Başûrê Kurdistanê herêmen Kirmaşan, Luristan û Hamedan kurdên şia hene, kû bi kelhûrî an jî feylî diaxivin.

Elewî[biguherîne]Qasî 4-5 milyon kurdên elewî li Bakûrê Kurdistanê, li herêmen Dêrsim, Mereş, Meledî, Erzingan, Sêwasê hwd. dijîn.

Yarsan[biguherîne]Kurdên yarsan bi piraya xwe lekî û hewramî axifin û li herêmen wek Gûran, Lekistan, Behdînan û Germiyan dijîn.

Şebek[biguherîne]Ola kurdên şebek gelek nêzîke elewîtiyê ye. Şebek li Bahdînanê dijîn.

Êzîdî[biguherîne]Kurdên êzîdî bi piranî li Başûrê Kurdistan, li herêmên Şengal, Şêxan û Mûsilê dijîn. Li Bakurê Kurdistanê, Rojhelatê Kurdistanê û Başûrê Rojavaya Kurdistanê jî hejmareke biçûk ji kurdên êzîdî hene. Herweha hejmareke biçûk li Ermenistan, Gurcistanê û Rûsyayê dijîn.

Xiristiyan[biguherîne]Xiristiyantî di nav kurdan de pir kêm e. Belê gelek ermenî û sûryanî, ên kû xiristiyan in, li Kurdistanê dijîn.

Baha´î[biguherîne]Hinek baha´î li dedore Wirmê dijîn.

Cihûtî[biguherîne]Gotara mezin: Kurdên cihû Kurdên cihû li Behdînan, Hamedan, Luristan, Kirmaşanê dijîn.

Civak[biguherîne]Pirraniya neteweyî ya Kurdistanê neteweya kurd e; lê belê neteweyên din jî hene; tirk, îranî (fars), azerî (ecem), ermen, ereb, tirkman û asûrî jî li Kurdistanê welatî ne.

Pêkhateya neteweyî ya rûniştvanên Kurdistanê (1995) % Kurd 85,9% Tirk 5,3% Ereb 3,6% Ecem 3,1% Fars 2,9% Asûrî 2,2% Ermen 1,5% Turkman 1,4% Neteweyên din 4,1%

Çavkanî: Ebdulla Xefur (1996). Cugrafyay Kurdistan. APEC, Swêd.

Çand[biguherîne] Ev beş hê vala ye. Alîkariya te pêwîst e (biguherîne)

Ala[biguherîne] Gotara bingehîn: Alaya Kurdistanê

Alaya KurdistanêAlaya kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, spî, kesk e û di navîna wê de jî rojek zer heye. Ev alaye di 1920'a de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin. Alaya Kurdistanê ji sê zevîyan pêk tê. Zeviya li jor sor e, navîn spî ye û jêr jî kesk e. Dirêjî ji firehî 3/2 mezintir e. Dirêjî 90 cm bibe, firehî jî 60 cm dibe. Sîmbola alaya Kurdistanê ji tava rojê (tav) bi rengê zêr û zer pêk tê. Ew di zeviya hundir di navîn da ye. Stêrka tava rojê ji 21 baskan pêk tê. Ev stêrka bi 21 tîrêjan nîşana NEWROZê ye. Newroz cejna netewa kurd e. Carcaran tê gotin ku ew 21 tîrêj nîşana 21 herêmên Kurdistanê ne.

Ramana rengan ji eve:

Sor: xwîna canemergên Kurdistanê ye eva hatiye rêjtin. Spî: azadiya li Kurdistanê Kesk: sirûşta Kurdistanê Sirûda netewî[biguherîne]Sirûda netewi ya Kurdistan Ey Reqîb e.

Ey Reqîb helbestek e ku ji aliyê helbestvan Dildar (1918-1948) di sala 1946'a de hat nivîsandin. Ey Reqîb li aliyê Dildar bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin, lê paşê bo zaravayê kurmancî hat wergerandin. Ev helbest di sala 1946'a di dema Komara Mehabadê hat nivîsandin, dibe sirûda (marşa) Komara Mehabadê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê naskirin û bikaranîn.

Galeriya wêneyan[biguherîne]Çiyayê Agirî (Bakurê Kurdistan) Keleha Wanê (Bakurê Kurdistan) Avahîsaziya rûsî li Qersê (Bakurê Kurdistan) Qesra Îshaq Paşa li Agirî (Bakurê Kurdistan) Heykelek li Çiyayê Nemrûd li Semsûrê (Bakurê Kurdistan) Gola Wanê ji ezman (Bakurê Kurdistan) Kela Hromkla / Rumkale li Xelfetî (Bakurê Kurdistanê) Peykerê padişah Xusro II. li ser hesp (Rojhilatê Kurdistanê) Wêneyek xwezayî ji Rojhilatê Kurdistanê Zincîra Zagros ji ezman Gola Zirêbarê Merîvan Çavkanî[biguherîne]Girêdanên derve[biguherîne]Galeriya wêneyan. Wêneyên mirovên navdar ên Kurd û Xwezaya Kurdistanê [veşêre]n • g • b Parçeyên Kurdistanê

Bakurê Kurdistanê — Rojhilatê Kurdistanê — Başûrê Kurdistanê — Rojavayê Kurdistanê

GotarGotûbêjdisable VariyantdisableTîpên erebîTîpên latînîDîtin BixwîneBiguherîneBişopîneÇalakîDîrokê bibîneNav biguherîneLêgerîn

 Navîgasyon

Destpêk · Sereta Bûyerên rojane Rûpeleke ketober BeşdarîPortala komê Dîwana Wîkîpediyayê Guherandinên dawî Bexş bike Alîkarî Ev rûpel cara dawî di 22:20, 12 gulan 2013 de hate guherandin