Wîkîpediya:Nirxandina naverokê
Sîstema li jêr ji bo nirxandina kalîteya gotarekê ji aliyê civaka Wîkîpediyayê ve tê bikaranîn. Sîstem pergaleke herfan bi kar tîne û nîşan dide gotarek ji aliyê rastiyê ve çiqas temam e, herwiha kalîteya zimên û formata rûpelê jî faktorên muhîm in.
Nirxandinên kalîteyê bi giştî ji aliyê edîtorên ferdî yên Wîkîpediyayê ve bi riya lêzêdekirina şabloneke Wîkîprojeyan bêyî gotûbêjê tên kirin. Nirxa GBA (Gotarên baş) piştî nirxandina edîtorekî azad li rûpela WP:Daxwazên nirxandinê tê pêşkeşkirin. Nirxa GB (Gotarên bijartî) piştî nirxandinên çend edîtoran li rûpela Daxwazên nirxandinê tê pêşkêşkirin.
Kalîte
[çavkaniyê biguhêre]Ti têkiliya Nirxên kalîteyê yên ku li vir tê behskirin bi puankirinên akademîk nîne. Ev nirx diyar dikin bê ka gotarek çiqas xebat dixwaze ji bo ku bigihîje nirxa bilindtir. Ev jî bi kalîteyê nivîsînê û çiqas baş mijarê îzah dike re eleqadar e. Cudahiyên di navbera Şitil, Destpêkî û C gelek subjektîv in loma di van nirxan de ji bo pêşvexistana gotarê li krîterên sinifa B binêrin û hedefa we pêkanîna van krîteran be. Hûn dikarin Şiroveyên spesîfîk li gotûbêjên Wîkîprojeyan de wergirin. Li gotûbêja gotarê de bi piranî şablonên Wîkîprojeyan hene lê belê ji bo dîtina Wîkîprojeyên din hûn dikarin Lêgerînê bi kar bînin. Nimûne; eger hûn gotareke li ser astronomekî fransî nivîsandibin, hûn dikarin mijarên "Biyografî", "Fransa" û "Astronomî" lê bigerin, bi vî awayî hûn ê Wîkîproje Biyografî, Wîkîproje Fransa û Wîkîproje Astronomî bibînin. |
Sinif | Krîter | Tecribeya xwîneran | Pêşniyazên guhartinê | Nimûne |
---|---|---|---|---|
GB | Piştî nirxandinên edîtorên bêteref li rûpela Daxwazên nirxandinê, gotar nirxa gotara bijartî bi dest xistiye. Krîterên din ên bidetay
Gotar bi krîterên gotara bijartî re li hev tê: Wîkîpediya:Krîterên gotara bijartî
|
Profesyonel, mumtaz, û hûrûkûr; çavkaniyeke qethî ji bo agahiyên ensîklopedîk. | Lêzêdekirina naverokê ya din divê ne hewce be, eger agahiyên nû dernekevin; pêşvexistina kalîteya metnê bi piranî mimkûn e. | |
LB | Piştî nirxandinên edîtorên bêteref li rûpela Daxwazên nirxandinê, gotar nirxa lîsteya bijartî bi dest xistiye. Krîterên din ên bidetay
Gotar bi krîterên lîsteya bijartî re li hev tê: Wîkîpediya:Krîterên lîsteya bijartî
|
Standarda profesyonel; qada xwe hûrûkûr vedigire, bi giştî seteke maddeyên xwe ya temam temîn dike, û li ser van maddeyan notên ku agahiyên kêrhatî û minasib dide hene. | Lêzêdekirina naverokê ya din divê ne hewce be, eger agahiyên nû dernekevin. | |
WB | Piştî nirxandinên edîtorên bêteref li rûpela Daxwazên nirxandinê, wêne nirxa wêneyê bijartî bi dest xistiye. Krîterên din ên bidetay
|
Di rûpelê de wêneyekî bijartî, klîbeke dengî an naverokeke din a têkildarî medyayê heye. | Hay jê hebin ku lîsansa dosyayê minasib û çavkaniya wê diyar be. | |
GBA | Gotar bi hemû krîterên gotara baş re li hev tê, û ji aliyê yek an zêdetir edîtorên li rûpela Daxwazên nirxandinê ve hatiye nirxandin. Krîterên din ên bidetay
|
Hema hema ji hemû xwîneran re kêrhatî ye, ti problemên berbiçav nîne; nêzîkî kalîteya weşaneke profesyonel e (lê ne hewce ye ku di eynî kalîteyê de be). | Hin guhartinên li ser mijarê û stîlê hewce ne; miqayesekirina bi gotareke bijartî ya li ser eynî mijarê dibe ku kêmasiyên naverokê derxe holê. | |
B | Gotar bi hemû krîterên sinafa B re li hev tê. Bi piranî temam e û problemên wê yên mezin tine ne, lê belê ji bo gihiştina nirxa gotara baş hinekî din xebatê dixwaze. Krîterên din ên bidetay
|
Yên ku gotarê dixwînin tetmîn dibin, lê belê naverok ji aliyê temamiyê xwendekar û lêkolînerên cidî tetmîn nake. | Li ser naverok û stîlê zêdetir xebat hewce ne. Agahiyên pisporane dibe ku hewce bin. Eger hewce bin, divê materyalên alîkar werin lêzêdekirin, û divê gotar manûela şêwazê teqîp bike. | |
C | Gotar tetmînkar e lê belê hîn jî naverokên muhîm jê kêm e yan jî tê de materyalên bêeleqe hene. Divê di gotarê de çend çavkaniyên pêbawer hebin, lê belê dibe ku problemên mezin tê de hebin yan jî paqijkirina mezin hewce be. Krîterên din ên bidetay
Di gotarê de ji yekî zêdetir çavkaniyên pêbawer hene û ji aliyê stîl, strûktûr, û kalîteyê ve ji sinifa Destpêkî baştir e, lê belê bi yek an zêdetir krîterên sinifa B re li hev nayê. Tê de çend valahiyên naverokê yan kêmasî hebin yan jî ji bo zelalî, balans an herikînê ve xebatê dixwaze.
|
Ji bo xwînerên necidî kêrhatî ye lê belê agahiyên baş ji bo lêkolîneke bidetay tê de tine ye. | Ji bo temamkirina naverokê û çareserkirina problemên şêwazê guhartinên mezin hewce ne | |
Destpêkî | Gotarek e ku di riya pêşveketinê de ye lê belê hîn gelek ne temam e. Dibe ku tê de têra xwe çavkaniyên pêwaber hebin an jî tinebin. Krîterên din ên bidetay
Di gotarê de naverokeke manedar heye lê belê hîn gelek kêmasiyên wê hene. Di gotarê de yek an zêdetir tiştên li jêr hene:
|
Naverokeke manedar pêşkêş dike, lê belê zêdetir materyal ji bo piraniya xwîneran hewce ye. | Divê pêşî muhîmî bi lêzêdekirina çavkaniyên pêbawer were dan; herwiha divê gotar ji aliyê naverok û organizasyonê ve gelek were pêşvexistin. Rêziman, îmla, stîla nivîsînê û jargona gotarê jî pêş ve bixin. | |
Şitil | Tarîfeke gelek kurt a mijarê. Bi ti krîterên sinifa Destpêkî re li hev nayê. | Naveroka wê gelek kêm e; belkî ji tarîfeke ferhengî hinek zêdetir be. | Her guhartin û lêzêdekirina materyalan hewce ye. Divê şertê lêzêdekirina naveroka manedar pêşî were. Ji bo gihiştina nirxa sinifa Destpêkî çareseriya herî baş ew e ku meriv sedemên biçavkanî yên ku îzah dikin mijar çima muhîm e lê zêde bike. | |
Lîste | Gotarek e ku ji lînkên li gotarên din yên li ser mijareke xisûsî. | Formateke giştî ji bo lîsteyan tine ye lê belê divê organizasyona rûpelê ji bo xwîneran mantiqî û kêrhatî be. | Divê lîste ji lînkên heyî çêbe, baş organîze be. | |
Cudakirin | Her rûpela cudakirinê dikeve vê sinifê. | Rûpel ji yekî zêdetir gotarên ku bi eynî sernavî ne ji hev veqetîne. | Tenê piştî ku rûpeleke nû hatiye çêkirin li rûpela cudakirinê zêde bikin. | |
Beralîkirin | Her beralîkirin dikeve vê sinifê. | Rûpel beralî dike gotareke têkildar an bi sernavê nêzîk. | ||
Wêne | Her wêneyên xwemalî yên Wîkîpediyayê dikevin vê sinifê. | Di rûpelê de wêne, deng an jî naverokeke din a medyayê heye. | Hay jê hebin ku wêne an medya li gorî lîsansê rast e. | |
Kategorî | Her kategorî dikeve vê sinifê. | Kategorî ji bo komkirina mijarên xisusî tê bikaranîn. | Kategoriyên mezin dibe ku hewce bin werin ji hev kirin. | |
Proje | Hemû rûpelên têkildarî Wîkîprojeyan dikevin vê sinifê. | Rûpelên projeyê bi armanca alîkarîkirina bikarhêneran tê bikaranîn. | Ji bo pêşvexistina gotarên têkildarî projeyê van rûpelan pêş ve bixin. | |
Şablon | Her şablon dikeve vê sinifê. Cureyê şablonê yê herî berbelav agahîdank e. | Cureyên cuda yên şablonan ji bo armancên cihêreng xizmetê dikin. | Hay ji wan şablonan hebin ku gelek kêm agahî tê de hene, divê şablon agahiyên berbelav bide. | |
NA | Her rûpela ku negotar in û nakevin sinifên din dikevin vê sinifê | Di rûpelê de ti naverokê wekî gotaran tine. | Hay ji wan rûpelan hebin ku sinifan wan xelet in. | |
??? | Kalîteya gotarê hîn nehatiye nirxandin. | Gotarên ku kalîteyên wan nehatine nirxandin dikevin vê kategoriyê | Parametreya sinifê li şablona Wîkîprojeyê divê were lêzêdekirin. |
Muhîmî
[çavkaniyê biguhêre]Muhîmiya gotaran li gorî Wîkîprojeyê diguhere. Şablona li jêr têne ji bo nîşandana fikrê muhîmiyê ye. Herwiha binêrin WP:Wîkîproje Fransa/Nirxandin
Muhîmî | Krîter | Nimûne |
---|---|---|
Herî zêde | Mijar ji bo qada xwe ya xisûsî pir muhîm e. Ji bo mijarên ku di qada xwe de navdariya navneteweyî bi dest xistine tên bikaranîn. | |
Zêde | Mijar gelek navdar e, lê navdariya navneteweyî bi dest nexistiye, an tenê di nav qitayeke xisûsî de navdar e. | |
Navîn | Mijar tenê di nav qada xwe ya xisûsî de navdar e lê belê tenê li cihek an herêmeke xisûsî de gihiştiye navdariyê. | |
Kêm | Mijar di qada xwe ya xebatê de jî xisûsen ne navdar an muhîm e. Dibe ku ew tenê ji bo temamkirina qismekî xisûsî ya gotareke navdar were bikaranîn. | |
NA | Mijar ji aliyê muhîmiyê ve ne derbasdar e. Bi xisusî ji bo rûpelên wekî beralîkirin, kategorî an şablonan tê bikaranîn. | Kategorî:Fransa |
??? | Muhîmiya mijarê hîn nehatiye dayîn. |
Statîstîk
[çavkaniyê biguhêre]Gotar li gorî kalîte û muhîmiyê | |||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|
Kalîte |
Muhîmî | ||||||
Herî | Zêde | Navîn | Kêm | ??? | NA | Hemû | |
GB | |||||||
LB | |||||||
WB | |||||||
GBA | |||||||
B | 4 | 2 | 1 | 1 | 12 | 19 | |
C | 31 | 51 | 24 | 6 | 64 | 180 | |
Destpêkî | 94 | 116 | 69 | 93 | 541 | 938 | |
Şitil | 232 | 342 | 1943 | 44194 | 4218 | 50965 | |
Lîste | 1 | 4 | 1 | 56 | 2 | 64 | |
Kategorî | 1 | 1 | 2 | 21113 | 21670 | ||
Cudakirin | 1 | 12 | 13 | ||||
Wêne | |||||||
Xwestî | 1 | 1 | |||||
Proje | 25 | 26 | |||||
Beralîkirin | 1 | 8 | 2 | 11 | |||
Şablon | 1 | 699 | 715 | ||||
Nesinifandî | 203 | 306 | 483 | 3166 | 4137 | 7764 | |
Sinifandî | 363 | 517 | 2040 | 44360 | 4848 | 21849 | 74610 |
Hemû | 566 | 823 | 2523 | 47526 | 8985 | 21849 | 82374 |
Pirsên gelemper
[çavkaniyê biguhêre]Armanc
[çavkaniyê biguhêre]- Armanca nirxandinên gotaran çi ye?
- Sîstema nirxandinê rê dide ku Wîkîproje di qadên xebatên xwe de kalîteya gotaran bişopînin û dorê bidin xebata li ser van gotaran. Herwiha bi riya dayîna nirxên kalîteyê li gotaran dibe ku bikarhêner zêdetir motîve bin ji bo baştirkirina naverokên heyî.
- Ev nirx resmî ne?
- Na, ne bi temamî; ev nirx di serî de ji bo bikaranîna navxweyî ya Wîkîprojeyê tên dayîn.
Nirxandina gotaran
[çavkaniyê biguhêre]- Kî dikare gotaran binirxîne?
- Bi giştî her kes dikare nirxa kalîteyê lê zêde bike yan jî biguhêre. Lê belê nirxa GBA (Gotarên baş) piştî nirxandina edîtorekî azad li rûpela Daxwazên nirxandinê tê pêşkeşkirin. Nirxa GB (Gotarên bijartî) piştî nirxandinên çend edîtoran li rûpela Daxwazên nirxandinê tê pêşkêşkirin.
- Çawa dikarim gotarekê binirxînim?
- Li tabloya #Kalîteyê binêrin; asta gotarê ya ku herî nêzîk hilbijêrin, dûre herin gotûbêja gotarê û li wir parametreya sinif li şablona Wîkîprojeyê zêde bikin. Nimûne: ji bo nirxandina gotarekê wekî "sinifa B" li şablonê
|sinif=B
zêde bikin. Dîsa ji bîr nekin ku divê sinifên "GB" û "GBA" tenê piştî namzedkirinê were lêzêdekirin. - Çawa dikarim bixwazim gotarekê were nirxandin?
- Hûn dikarin di rûpela Daxwazên nirxandinê de navê gotarê xwe binivîsin û nirxandina gotara xwe bixwazin.
Endîşeyên gelemper
[çavkaniyê biguhêre]- Kesekî şablona Wîkîprojeyê li gotarekê zêde kir lê belê gotar ne têkildarî Wîkîprojeyê ye. Divê çi bikim?
- Ji ber ku gelek gotar hene divê werin nirxandin, carinan em dikarin xeletî bikin. Eger te yekî dîtibe, ji rûpelê rake û li gotûbêja gotarê yan jî li gotûbêja kesê ku vê şablonê lê zêde kiriye agahdariyek bide ku çima ev gotar ne têkildarî Wîkîprojeyê ye.
- Çi bikim eger nirx li gorî min xelet be?
- Nirxê biguhêre, lê belê sedemê jî binivîse. Eger kesek îtîraz bike, bi endamên Wîkîprojeyan re gotûbêj bikin û çareyekê bibînin.
- Nirx ma ne subjektîv in?
- Erê, hinek subjektîv in, lê belê heta niha sîstema herî baş ev e. Eger fikrekî te yê din hebe, ji kerema xwe re li ser Dîwanê gotûbêjekê bide destpêkirin.
- Çima yê ku nirx lê zêde kir şiroveyekê nenivîsand?
- Ji ber ku gelek rûpel hene divê werin nirxandin, em nikarin her tim şiroveyekê binivîsin. Lê belê eger pirseke te hebe, dikarî li kesê ku nirxê lê zêde kir bipirsî.