Zimanên slavî yên rojhilat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Zimanên slaviyên rojhilatî hat beralîkirin)
     Zimanên Slaviyên Başûr (zimanê neteweyî)      Zimanên Slavên Rojavayî (zimanê neteweyî)      Zimanên Slaviya rojhilatî (zimanê neteweyî)

Slaviya Rojhilatî tayek ji sê tayên herêmî yên zimanên Slavî ye ko li Ewropaya Rojhilat pê diaxivin. Ev ta mezintirîn tayê zimanên Slavî ye ko hijmara axivtinkerên wan bi tenê ji koma herdu zimanên dî anko zimanên Slaviya Rojavayê û Slaviya Başûrî zêdetir e. Zimanên heyî yên Slaviya Rojhilatî ev ziman in: Rûsî, Belarûsî, Ûkraynî û Rusînî. Zimanê dawiyê zimanê kêmanîyeka neteweyî ye ko li rojhilata Slovakyayê, başûrê rojhilatê Polonyayê, rojhilata Mecaristanê û başûrê rojavayê Ûkraynayê dijîn. Hindek şehreza vî zimanî wekî devokeka zimanê Ûkraynî dihesibînin.

Rewşa Niha[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her yek ji van zimanên tayê rojhilatî yên zimanên Slavî niha wekî zimanên xweser dihên dîtin. Li sedsala 19'ê rewş ne wiha bû. Wî çaxî zimanê Ûkraynî (Rûsiya Biçûk) û Belarûsî wekî du devokên zimanê Rûsiya Mezin dihatin dîtin. Bi ser hindê ra ko zimanên Slaviya Rojhilatî li herêmên gelek berfirhên cihnaskî (cîyografîk) da belav in, gelek wekhev in û di sînorên navbera wan da devokên navincî û tevlihev hene.

Ev ziman hemî Alfabeya Krîlî bi hindek guhêrandinên biçûk ve bikardiînin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ne sanahî ye bihêt gotin ka kengî Zimanê Slavî yê Rojhilatî yê Kevin ji zimanê hevpişkê Slavî cida bû. Lê reng e heyamekê di navbera sedsala 6'ê heta sedsala 11'ê ev qewimîbit.