Çûng
Ji Wîkîpediya
| Çûng, pêmirîşk | ||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Ranunculus repens
|
||||||||||||
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||
|
Çûng an pêmirîşk (navê zanistî yê latînî: Ranunculus) kulîlkek e. Li cihên avî heşîn dibin. Bo ajalên malê ne baş in lewra heger pirr bixwin, devên wan birîn dibin heya bigire nexweş jî dikevin. Lê heger ev giya bê hişkkirin bêziyan e. Li hinekan nayê, çermê wan dixwirîne, dike birîn.
Bi qasî 15-20 cm bilind dibin. Hin cureyên wan di nava avê de aj didin, heşîn dibin. Ji 600'î zêdetir cureyên wê hene. Mirov dikare bêje li ji xeynî cihên pirr sar û pirr germ, li her derê aj dide. Li Kurdistanê çend ji cureyên wê hene nayê zanîn.