Împeratoriya Osmanî
|
Împeratoriya Osmanî
Osmanlı İmparatorluğu |
||||||
|
||||||
|
||||||
|
Împeratoriya Osmanî (1600)
|
||||||
|
Agahiyên gelemperî |
||||||
|---|---|---|---|---|---|---|
| Paytext | Söğüt (1299–1326) Bursa (1335–1365) Edirne (1365–1453) Istanbul (1453–1922) |
|||||
Osmanî bavikekî Tirk ji Oxizan e, navê bavê ku navê xwe dayê vî bavikî Osman bû. Di sedsala 13. û 14. de wekî mîrîtiyeke biçûk li sînorên Bîzansa ku êdî lawaz bû de bi cîh bû. Di demeke kurt de li hemberî Bîzans xwe birêxistin kir û serkeftinên eskerî bi dest xistin. Dîsa bi riya siyaseta xweyî bi bavikên cîran re erdê xwe mezin kirin. Di nîşana 1453an de Stenbol (Konstantinopol) bi dest xistin û kirin paytexta xwe. Tırkiyye na zeyf.
Bi giştî 36 sultanên Osmaniyan çêbûn. Osmanî di sedsala 16. û şûn de êdî bi pêş neketin. Di sedsala 18. û 19. êdî gelekî lawaz bûn, herçend di sedsala 19. de hewl ji bo guhertinan hatibin dayîn û reform jî hatibin kirin êdî di dawiya sedsala 19. û di serê sedsala 20. de Osmanî bi navê Zilamê Nexweş yê Ewropa dihate nasîn. Ew di şerê cîhanê yê yekemîn de di aliyê Almanya de cîh digirin. Di dema şer de qirkirineke herî mezin ya cîhanê li dijî Ermenî û mesîhiyên din tê pêk anîn. Piştî şer bi dawî dibe Osmanî têk diçin û qedera wan dikeve destê hezên serketî yên mîna Fransa û Êngiltere yê. Piştî şerê azadixwaz yên Tirkan komara Tirkiye yê hate damezirandin û bi awayekî fermî împeratoriya Osmaniyan di sala 1923an de bi dawî bû.Hemu Kurdan bo ala Turik.
[biguherîne] Girêdanên derve