Împeratoriya Romê ya Rojava

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Împeratoriya Romê ya Rojava di 395an de

Împeratoriya Romê ya Rojava împeratoriya paş Împeratoriya Romê re li rojava dewam kirî bû. Ew di 395an, pê împeratorî Roma Theodosius I împeratorî navbera du lawên xwe Honorius(rojava) û Arcadius(rojhelat) de kire du paran re saz bû û di 476an de jî hilweşî bû. Lê hin sala hilwaşî bûna împeratorî wek 568an dibînin.

Împeratorê Romê ya Rojavayî pêşin lawê Theodosius Iî biçûk Honorius bû. Dema Honorius de bi Koça Qoman re êrîşayên Vandalanê Roma dest pê kir. Kênge êrîşên Vandalan dest pê kir Honorius di 402an de paytext ji Revenna de bire Milan e.

Di 406an de Gotan, Sueban Alanan bi bandora koça Hunanê ji rojhelat re êrîşa Îtalya kirin. Ji pê gelek cengan re di 418an de Vîzîgotan bi dawî wek federatîf li Hispanya hatin bicîh kirin.

Di 423an de Valentinian III derbaza textê bû. Dema Valentinian III de xakên li Efrîka ji destên Roma derketin, bakur rojavaya Hispanya bi destên Sueban hat dagir kirin. Galya di 436an de dest bi Hunan ket. 451an de Atilla hat bin xistin û êrîşên Hunan hatin rawestandin.

Lê êrîşên gelên germanên wek Vandalan, Vîzîgot, Burgundan dewam kir. Di 476an de serdarê Germanan Odoaker, yek ji serdarên Atilla bû, texta Roma dest xwe xist û dawiya împeratoriya Romaya rojava da. Di dawiya sedsala 5'an de xakên împeratoriyê bi piranî destên Vandal û Vîzîgotan hat dagir kirin.