Honorius

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Honorius di perik de

Honorius (9'ê rezberê 384; 15'ê gelawêjê 423an Ravenna), bi tunî Flavius Honorius, yek ji împaratorên Împeratoriya Romê ya Rojavaê di navbera 395an û 423an de împaratorî kergar kirî bû.

Honorius lawê împarator Theodosius I û birayê Arcadius, împaratorê împaratoriya Bîzans bû.

Dema împaratoriya Honorius de German di dema Koça Qoman de êrîşa împaratoriyê dikir. Di 406an de Barbaran hin xakên Hispanya û Galya dagir kirin û Brîtanya bi tunî ji destên Roma derket.

Di dema Honorius, di 410an de bajarê Roma bi destên Vîzîgotan hat dagir kirin. Dîsa di wê demê de Honorius ji tirsên Vîzîgotan û Vandalan re paytext ji Milanê de birî bû Ravennayê.

Li der êrîşên Germanan bêtir li hundura împaratoriyê de wek Galya, Brîtanya û Efrîka jî serîhildan der diketin. Honorius di 15'ê gelawêjê 423an de mir û ji pê wî re xwarzîye xwe Valentinian III derbaza textê bû.