Özgecan Aslan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Özgecan Aslan
Xwepêşandan ên piştî kuştina wê.
Jidayikbûn22ê çiriya pêşîn a 1995an (19e salî)
Mêrsîn
Mirin11ê sibata 2015an
Sedema mirinêKuştin
EsilKurd
PerwerdeZanîngeha Çağê
biguhêreBelge

Özgecan Aslan, (22 cotmeha 1995 – 11 sibata 2015an) ciwanek keç a xwendavanek kurd bû ku bi eslê xwe ji bajarê Dêrsimê ye. Özgecan Aslan, bi hewldanên destdirêjiyê ji aliyê kesekî endamê tevgera komelaya nîjadperestên tirk ve (endamê Ülkü ocakları) li navçeya Tersûs a Mêrsînê bi awayekî hovane hatiye kuştin.[1][2]

Kes a kujer piştî kuştina hovane agir berda bedena Ozgecan Aslan û laşê wê piştê rojekî ji aliyê kes a kujer ve li cihê ku kuştibû hate dîtin û piştre ji aliyê timên tenduristiyê ve hate hilanîn.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ozgecan Aslan di 22ê Cotmeha 1995an de li bajarê Mêrsînê wek keça malbateke ku bi eslê xwe ji bajarê Dêrsimê bû hatiye dinyayê. Li Tersûsa Mêrsînê li Zanîngeha Çağê ya navçeya Tersusê beşa psîkolojiyê de dixwend.[3]

Kuştina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 11ê Sibata 2015an de dema ku beriya kuştina wê, Ozgecan Aslan piştî ji dibistanê derket bi hevala xwe re li navenda bazirganiyê ya li Tarsûsê bû. Li navenda bazirganiyê ji hevalê xwe qetiya û ji bo biçî Mêrsînê li mînîbusa navbajêr siwar bû.

Piştî siwar bûna mînîbusa navbajarî agahî ji Ozgecan Aslan nehate hilanîn, di 11ê Sibata 2015an de ji aliyê malbatê ve bi hinceta winda ye serî li navenda polîsan hate dayîn.[4]

Bi serlêdana malbatê re tima cendirmeyên ku li Ozgecan Aslan digeriyan, rastî mînîbusek bi guman hatin, piştî kontrol kirina hundirê mînîbusê de şopên xwînê hatin dîtin.[5]

Piştî kontrolkirina mînîbusê bi şopên xwînê re kumê jinan hate dîtin û kumik ji aliyê bavê Ozgecan Aslan ve hate tesbîtkirin ku kumik ya Ozgecan e. Piştî van tespîtan Herdu gumanbarên bavê kujer Suphi Altindöken û hevalê wî li xwe mukir hatin ku Ozgecan Aslan kurê wî kuştiye.[6]

Bertekên li dijî kuştina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Êvara 14ê Sibata 2015an li gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo protestokirina kuştina Ozgecan Aslan xwepêşandan girseyî hatin lidarxistin.[7] Piştî belavbûna nûçeyên kuştina wê gelek saziyên cûda yên cîhanê bi awayekî dirêj niqaş û nûçeyên di derbarê vî kuştinê hate weşandin.[8]

Kuştina kujerê wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kujer Ahmet Suphi Altindöken di 11ê Nîsana 2016an de li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulera Edeneyê di encama êrîşa çekdarî de ji aliyê kesê girtî Gultekîn Alan ve hate kuştin. Kujer bi êrîşa çekdarî ji ber guleya ku li dilê wî ketibû kujer jiyana ji dest da.[9]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Özgecan'ın katili ülkücü". soL (bi tirkî). 14 sibat 2015. Roja gihiştinê 12 sibat 2022.
  2. ^ Facebook; Twitter; options, Show more sharing; Facebook; Twitter; LinkedIn; Email; URLCopied!, Copy Link; Print (14 sibat 2015). "Brutal slaying leads to protests over violence against women in Turkey". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 sibat 2022. {{cite web}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  3. ^ "Özgecan Aslan kimdir?". aksam.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 sibat 2022.
  4. ^ "Üniversiteli kız yakılarak öldürüldü!". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 sibat 2022.
  5. ^ "Özgecan Aslan kimdir, ne zaman ve nasıl öldü? Özgecan Aslan olayı nedir?". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 sibat 2022.
  6. ^ "Özgecan Aslan kimdir, ne zaman ve nasıl öldü? Özgecan Aslan olayı nedir?". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 sibat 2022.
  7. ^ "Foto Galeri Hürriyet Güncel Haber Fotoğrafları ve Foto Galeri Haberleri". web.archive.org. 22 nîsan 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 nîsan 2016. Roja gihiştinê 12 sibat 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "Dış basın Özgecan'ı böyle gördü..." www.haberturk.com. Roja gihiştinê 12 sibat 2022.
  9. ^ "Özgecan'ın katilini öldürmüştü: Gültekin Alan'a ağır müebbet ve 29 yıl". Diken (bi îngilîziya brîtanî). 17 tîrmeh 2017. Roja gihiştinê 12 sibat 2022.