Şablon:GH/2024/2

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Dinya, Erd yan jî Cîhan gerstêrkeke pergala rojê ye ku piştî gerstêrkên Tîr û Gelawêjê gerstêrka sêyem a nêzîkî Rojê ye. Dinya yekane heybera astronomîkî ye ku tê zanîn jiyanê vedihewîne û piştgiriya jiyanê dike. Di pergala rojê de gerstêrka yekane ye ku girseyên mezin ên avê diparêze. Rûyê dinyayê bi giranî av e yan li herêmên polar wekî ava qeşagirtî ye. Bi piranî ji sedî 70,8 rûyê dinyayê ji avê pêk tê. Firehiya dinyayê 510 milyon km2 ye. Ji çaran yekê serzemînê bejahî ye û ji çaran sisê ji derya ye. Temenê dinyayê 4,5 milyar sal e û ji sedî 29,2ê rûyê erdê ax e ku ji parzemîn û giravan pêk tê. Piraniya axê di nîvkada bejahiyê de ye. Dinya xwedî atmosferekê ye ya ku bi piranî ji nîtrojen û ji oksîjenê pêk tê. Şert û mercên rûyê dinyayê bi giranî ji hêla atmosferê ve ji hêla pêkhateyê erdê û sîrkulasyona erdê û bi sîrkulasyona okyanûsê ve têne birêvebirin. (zêdetir...)