Şehlûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Şehlûr, şalûl
Şahlûr-33.jpg
Rewşa parastinê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Coraciiformes
Famîle: Meropidae
Cins: Merops
Cure: M. apiaster
Navê zanistî yê latînî
Merops apiaster
Linnaeus, 1758

Şehlûr, şalûl, şalûr, şahlûr an mêşxwur (bi latînî, Merops apiaster) çûkekî koçber yê pirr-reng e. Li ser çavê wî kilek reş û li bin qirika wî jî xetek reş he ye. Nikulê wî yê reş û dirêj hinek berjêr ve ye. Bazikên wî sertûj, teriya wî dirêj e. Fira wî pêlane ye û di firînê axilbe difîkîne.

Hêlina xwe li nêzî avan li cihên ji aliyê kêzan ve dewlemend di qûmê de çêdike. Hêlîna wan teng û dirêj e. Carinan dirêjahiya hêlînê 2 metroyan jî derbas dike. Bi mêş, moz û kurmikan xwe xwedî dike. Bi colan dijîn.

Şalûlê nêr dema bixwaze nêzikî ya mê bibe divê mêşek hingiv zevt bike û jê re diyarî bike. Şalûla mê heyta ku vê mêşê nexwe nahêle yê nêr nêzî bibe û têkeve têkiliya cinsî.

Galerî [biguherîne]