Asenat Barzanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Asenat Barzanî
Jidayikbûn1590 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1670 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mûsil Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tanaît Asenat Barzanî (1590 - 1670) keça malimê navdar Samuel Barzanî ye. Ji kurdên cihû ye û li Mûsilê jiyaye.[1] Fêrî perwerdehiya Qabalayê bûye.

Jiyana Asenatê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Asenat Barzanî jiyana xwe di rêya xwendin û jiber kirina gotinên Xwedê de feda kiribû. Asenat, ji aliyê Tirzah Firestone ve wisa dihat behs kirin : «Asenat zanabûna jinan avakir,rûpel 112» Û Asenat wisa digot : « Ez tu car ji mala xwe derneketim. Ez keça qirala Îsraîlê bûm.. Ez ji alîyê zanyaran ve hatim perwerde kirin. Ez ji alîyê bavê xwe ve hatim gewîkirin.Ew bu ku hertiştê li ser erd û esmanan fêrî min kir. »

Asenat di gel pismamê xwe Yakûb Îbrahîm re dizevice. Bavê wî xebatên wê yên olî bi rûmet peşwazî kir û nehişt ku Asenat di bin kar û barên malê de wê cehverê wûnda bike. Wê û Yakûb xwedî keçikek û kurek bûn.

Piştê mirina mera wê, Asenat bû berpirsiyar û rêwebirê Yeşîva li Musulê. Ew li Kurdistanê, heta ku kurê wê mezin bibe bibû serok û berpirsiyarê Yeşîva, Asenat qursa Tevratê û Torayê dida. Li Kurdistana başûr, Ew ji aliyê zanyaran ve yekem jineke xaxam(חכם) –rabbi (רַבִּי) di civata cihûyan de wek seroka Yeşîva hatîye qabûl kirinê .

Asenat di sala 1670 an de li Amedê dîrokî li Kurdistana başur jiyana xwe teva dike. Gora wê heta îro ji bo Cihû û Kurdan cihekî pîroz û zîyaretgah tê pejirandin.

Îro, Asenat Barzanî ne tenê wek jineke xaxam di nav civata Cihûyan de tê naskirinê, lê çîroka wê wek çavkaniyek e ji bo rola jinên kurd di dîrokê de, hem li Îsraîlê û hem jî li Kurdistanê de.

Wek nasnava Ûlûmdarên herî berz ya Cihûtîyê li Asenat Barzanîyê re Tanna’it lê kirine. Nasnavê bavê wê jî wisa bû. Wê demê de nasnavê û lûmdarên berzên ola cihûtîyê re Tannaim dihate gotin. Divê mirov bîra neke ku em behsa sedsala 16 mîn û 17mîn dikin û wê demê nasnavê Xaxamtî hê tûnebû , bo vê mercê di cihûtîyê de nasnavê Tannaim (Tanna’it ji bo mê ye) dihat bikaranîn.

Her çikas Regina Jonas (1902-1942) wek Xaxam hatibe nas kirin jî,Asenat Barzanî yekemîn jin di dîroka Cihûtîyê de bû ku gihştibû wê mercê bilind .[2]

Garana Firîşteyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Asenat helbestvanek bû û di derbarê wêjeya cihûyan de jêhatî bû. Gelek çîrokên kurdî yên ku behsa behîtên Asenat dikin hene. Yek ji wan “Garana Ferîştehan” e. Piştî ku bavê wê mir, wê gelek cara di xewna xwe de bavê xwe dît. Bavê wê di xewnan de şîretên jiyanê lê dikirin û fêr dikir bê divê çawa li hemberî xetereyan bisekinê û gelek jiyanan bi parêzê. Her çiqas ku dijberên cihûyan hebûn jî, di xewnekê de Asenat şîret kiribû ku cihûyên Amêdiyê wêrek bikê de cejna Roş Hodeşê li derve pîroz bikin. Di dema şahiyê de cihûyan dît ku agir bi Kinîştê ket. Piştre mirovan dît ku Asenat navekî veşartî got û pê re garanake ferîştehan li ser banê kenîştê xuya kirin. Wan ferîştehan bi baskên xwe agir xemirandin. Piştre mîna garana kevokên spî ber bi bihuştê ve firîn. Piştî dûmana li dora kenîştê rabû mirovan dît ku kenîşt ne şewitiye. Hemû kes ji Asenat razî ma û piştî wê navê wê li kenîştê kirin ku hê jî heye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "'Xaxem'a yekemîn a Jin kî bu ?". Yekta Uzunoglu (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2018.
  2. ^ "'Xaxem'a yekemîn a Jin kî bu ?". Yekta Uzunoglu (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 6 tîrmeh 2018.