Zimanê azerî
Azerî (acemî, tatî jî tê gotin) ji ziman û taybetiyên gelên Azerbaycanê re tê gotin.
Zimanê azerî an jî acemî (bi azerî: Azərbaycan dili; آذربایجان دیلی) yek ji zimanên tirkî ye. Ji malbata zimanên altay, şaxê zimanên oxuz (an okiz, oguz) e. Gelê Azerbaycanê di bingehê xwe de ne tirkî ne. Azerî îranî ne û bi belavbûna ola îslamê bi qasî demeke dirêj zimanê wan ketiye bin bandora erebî. Paşê mîrên azeriyan ketine xizmeta berên desthilat ên tirkan û zimanê wan tirkandî bûye.
Piraniya dîrokanas û zimannasên azeriyan xwe wekî tirk napejirînin û dibêjin: "Erê zimanê me heliyaye, tirkîze bûye, lê em îranî ne. Ola me jî ne sunnî ye, şî ye."
Di dema YKSS´ê de ji bo zimên alfabeya kîrîlî hat bikaranîne, lê niha pirranî latînî bi kar tînin.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Hin agahiyên derbarê azerî
- ISO 639-1: az
- ISO 639-2: (B) aze (T) AZB
- SIL ISO 639-3
- Cihên ku lê tê axavtin: Azerbaycan, Îran, Tirkiye, Îraq, Rûsya, Gurcistan, Ermenistan
- Axêv: 20-38 milyon
- Diyalekt: azeriya bakur, azeriya başûr
- Devok: Şemaxa, Salîani, Lənkorən, Qazax, Aîrym, Borcala, Terekeme, Qizilbaşça, Nuqa, Zaqatali (Mugali), Kutkas, Naxçevan, Ordubad, Qîrovabad, Şuşa, û Qarapapax.
[biguherîne] Alfabeyên zimanê azerî
[biguherîne] Alfabeya azerî bi tîpên kîrîlî
А а, Ә ә, Б б, Ҹ ҹ, Ч ч, Д д, Е е, Ф ф, Ҝ ҝ, Ғ ғ, Һ һ, Х х, Ы ы, И и, Ж ж, К к, Г г, Л л, М м, Н н, О о, Ө ө, П п, Р р, С с, Ш ш, Т т, У у, Ү ү, В в, Ј ј, З з.
[biguherîne] Alfabeya azerî bi tîpên latînî
A a, B b, C c, Ç ç, D d, E e, Əə, F f, G g, Ğ ğ, H h, X x, I ı, İ i, J j, K k, Q q, L l, M m, N n, O o, Ö ö, P p, R r, S s, Ş ş, T t, U u, Ü ü, V v, Y y, Z z.