Balgeh

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gelek cureyên balîfan hene

Balgeh an jî balîf ji bo nivistin (raketin, razan, xewtin), pal dan, veketinê ye. Balîf wekî aksesuar jî tên bikaranîn. Li ser kursîpalek, paldankan jî tên bikaranîn.

Balge pirranî bo binê serî ye, bo xewê ye. Dema miriv behsa nivînêkê bike, binrax, lihêf û balgeh tên bîra mirov. Nivînekê dikare bêî karyolaya xwe be, ango dikare bêî pêyan be, lê bêî balgehê pirr nabe. Mirov dikare bêî wê jî razê, lê kêm kes ji wê hezdikin.

Balîf divê zû bên şûştin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku hin cureyên bakteriyan dikarin xwe di nava balîfan de bicih bikin, çêtir e herî kêm mehê carekê bên şûştin, bi taybetî yên pitikan divê pakij bên xwedîkirin.