Bernard Kouchner

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Bernard Kouchner li Parlamana Fransayê (2007).

Bernard Kouchner (bilêvkirina bi kurdî: Bernar Kûşner) 1'ê sermaweza 1939'an li Fransayê ji dayîk bûye. Ew siyasetmedar, bijîşk (tixtor) û serokê rêxistina Bijîşkên Sînornenas (bi fransî: Medecins sans Frontieres) e.

Kouchner di sala 2007an de ji Partiya Sosyalist a Fransayê derket û bû wezîrê karûbarên derve yê hikumeta Fransayê ya Nicolas Sarkozy.

Kouchner, wekî hevalê kurdan[biguherîne]

Bi sala 1974an, heyva îlonê, Bernard Kouchner û hevkarên wî yên Bijîşkên Sînornenas çûn Kurdistana Başûr cem Mela Mistefayê Barzanî. Hingê, Kouchner çûbû nav çiyanên bin kontrola Barzaniyan li wê dêrê 15 rojan ma û rezilhatiya du milyonên kurd dît. Idrîs Barzanî û serokkomare Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li wir bûn.

Wekî tixtorekê, Kouchner dizanî ku kurd miletekî rezil bû, bê derman û bê tixtor. Hingê, Îraq li bin destê bêbextê Sedam Huseyn ra bû, yê ku li wê gavê hevalê Fransayê bû.

Kouchner hêj alîkariya kurdan dikir. Di sala 1983an de nava şerê Îraq û Îranê çû sera Celal Talabanî. Di 1991ê de, Kouchner dixwest ku Sedam Huseyn ji serokatiya Îraqê ve beynin. Di 1992an de li gel Danielle Mitterrandê hate Kurdistanê. Di sala 1994an de, nava şerê birakujiya kurdan, Kouchner Mesud Barzanî û Celal Talabanî anîne Fransayê.

Wextê şerê Amerîka dîjî Sedam Huseyn, Bernard Kouchner kirara xwe da ku şerê dîjî dîktatorê tiştekî pêwîst bû.