Mela Mistefayê Barzanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Mela Mistefayê Barzanî
Barzani1.jpg
Mistefa Barzanî di destpêka sala 1930î de
Navê rastî Mistefa Barzanî
Roja jidayikbûnê 14'ê adarê 1903
Barzan (gund), Başûrê Kurdistanê, Iraq
Roja mirinê 1'ê adarê 1979 (75 salî)
Washington,  DYA
Hemwelatî Kurd
Dîn Îslam
Zarok Îdrîs Barzanî, Mesûd Barzanî
Pîşe Pêşmerge, rêberê siyasî, siyasetmedar

Mistefa Barzanî (z. 14 adar 1903 li gundê Barzan − m. 1 adar 1979 li Washington D.C), general û rêberê mezin ê kurd e û damezrînerê PDK'ê ye.

Barzanî, di 14'ê adara sala 1903'yan de li gundê Barzan ji dayik bûye. Di 1905'an de bi dayika xwe re, ji aliyê osmaniyan ve tê zîndankirin. Di 1914'an de birayê wî[çavkanî pêwîst e] tê kuştin. Barzanî di 1931'ê de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin derket pêş dema beşdarî kirî di gel brayê xwe yê mezin Şêx Ehmedê Barzanî di rêberiya şoreşa kurdî da dijî rejîma badşahê Îraqê ji bo bidestveanîna mafên milletê kurd. Şoreşa ko li sala 1935'an hatiye vemirandin û Barzanî hatiye nefî kirin bû bajarê Silêmaniyê. Li sala 1942'an Barzanî ji cihê nefiya xwe refiya û ji nû ve dest bi xebatê kir. Di 1943'an de li mentîqeya Barzan li hemberî dijmin şer bilind kir. Piştî 1945'an, diçe Mehabadê û beşdarî di damezrandina Komara Kurdî ya Mehabadê diket û wek wezîrê çenkê tê destnîşankirin. Bi ketina Komara Mehabadê derbasî Sovyetê dibe. Mistefa Barzanî, di sala 1958'ê de vedigere Başûrê Kurdistanê. Di sala 1961'ê de heta xudmuxtariya 1970'yî, şerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewam kir.

Di 1975'an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera kurd a li wir têk çû. Barzanî, ji ber nexweşiya xwe derbasî Amerîkayê dibe û li wir di 1'ê adara sala 1979'an de diçe rehmetê.

Mela Mistefayê Barzanî li Barzan hat veşartin.

Mela Mistefayê Barzanî bavê 10 kuran e. Sabîr, Luqman, Ubêdullah, Îdrîs Barzanî, Mesûd Barzanî, Sîdad, Nîhad, Dilşad, Sîhad û Wecîh navê kurê Mela Mistefayê Barzanî ne.

Wênedank[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]