Besta binavî ya mezin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Wênegirtin ji satelîtê
Wêne binê avê nîşan dide, wergirtin ji babirokê
Masîstêrk

Besta Mezin a Mercanî yan Girebesta Mezin a Mercanî yan jî Resîfa Mezin (bi îngilîzî: Great Barrier Reef) navê kome-besteke binavî ya peravên Awistraliyayê ye. Resîfa herî mezin a erdê ye. Sala 1981ê ji aliyê UNESCOyê ve wekî mîrasê xwezaya erdê hate binavkirin. Carnan wê wekî "yek ji heft nuwazeyên cîhanê" jî binavdikin. 11'ê pûşperê 1770 deryavanê brîtanî James Cook vedîtina vê bestê dike.

Çiye best, resîf?[biguherîne]

Bana binavî ye. Çawa li rûyê erdê bilindahî, newal, ban, zixur, gelî ûed hene, li binê avê jî wisa ye. Besta binavî dikare kûr an ji bendên biçûk dorgirtî be.

Ev der bi taybetiya xwe ya erdnîgarî tê naskirin. Bo mînak li vir kevz, midye, masî ûêd ji devedorê xwe cuda ne. Mirov çawa best, ban û geliyên ser erdê binav dike, yên binavî jî wisa.

Taybetiyên gir-bestê[biguherîne]

Ev besta mezin ji 2.900 best, 900 giravan pêk tê. Rûerda wê lo dora 344.400 km², dirêjiya wê 2.600 km ye. Li Deryaya Mercanê ku li bakurê rojhilatê Awistraliyayê dikeve ye.

Li vê kome-resîfê ekosîstemeke taybet heye. Gelek cureyên hûf (balîna), pişemasî (medûz), mircan (cure masiyek, pagrus pagrus), li dora milyonek cureyên masiyan ûêd dijîn. Ji aliyê tûrîzma deryayê ve balkêş e.