UNESCO
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
UNESCO anku United Nations Educational, Scientific and Cultural Organization (Rêxistina Hevotinî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî) rêxistinek e ya ku piştî Şerê Cîhanê yê duyem (1945) hat damezrandin.
Navenda rêxistinê li Parîsê (Fransa) ye. Sê organê wê hene: Konferansa Tevayî, Konseya birêvebir û Sekreterî. Bi hevkariya welatê endam, li gelek welatan xebatên ji bo perwerde û zaniyariyê dike. Armanca wê ya serekî berfirehkirina aştî û dadperveriyê ye, bi rêka ferhengî û zanistî û perverdeyiyê, li nav welatên dinyayê.
191 welat endamên vê rêxistinê ne.