Beton

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Blokek betonê
Beton tê tijekirin

Beton di avadaniyê de kereseyeke bingehîn e. Navê wê ji bêjeya fransî le béton tê.

Xîz û berhûrik bi av û çementê (çîmento) tên strîn û dema ziwa bibe ev têkel dibe beton. Di betonê de ji xeynî çementê, qîr, debûş û gelek têkelên din jî tên bikaranîn.

Beriya betonê çamûr (herî) navdar bû lê îro kereseya sereke ya avadaniyê bûye beton. Beton bo şewatê, xetereyên nûklear, laser (lehî) hwd bikêr e.

Dîroka betonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev 5 hezar sal in, mirovahî di avadaniyê zeliqokan bikartînin. 10 hezar sal berê li Kurdistan û Anatoliyayê kîl tê zanîn û bikaranîn. Egîptiyan (misir) li şûna çementê xweliya kîlê bikardianîne. Avadanî cara berê li Mezopotamyayê (parek axa Kurdistanê jî tê de ye) rûdaye. Heya salên 1980'yî jî li Kurdistanê kîl, çamûr gelek dihate bikaranîn. Ji ber ku Kurdistan li ser xeta erdhejê ye, niha avahiyên betonî pirr bûne.

Pozolan (ji navê Pozzuoli) sala 1796'ê ji aliyê James Perker brîtanî hatiye patentkirin ku beriya çementê dihate bikaranîn. Sala 1824'ê hostayê dîwarê yê brîtanî Joseph Aspdin kevirê kevirê kirêcê bi kîlê dişewitîne û çementê îcad dike. Navê çementa xwe jî dike çementa Portlandê.

Cureyên betonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]