Binefşa Narîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Binefşa Narîn evîndara Cembelî Mîrê Hekariyan e. Li ser evîna wan, destana Cebelî yan jî Cembelî Mîrê Hekariyan bi nav û deng e. Li ger bûyerên destanê, Binefşa Narîn keça Faris Begê ye, kû jêre Axayê Sor dihate gotin. Wek tê zanîn, Axayê Sor axayê bajarê Şernexê bû. Gava tê naskirin, ku Cebelî wê dixwaze, pismamê wê Dewrêş Beg tê wê dibe û pêre dizewice u kurekî wan çêdibe, ku Binefş navê wî jî Cebelî datîne. Lê belê piştî demekê Cebelî cihê Binefşê nasdike, ew tê û dixe cihê şivanê Dewrêş Begê, da ku bikaribe Binefşê bibîne. Piştî ku hevdu dibînin, bi hev ra direvin û piştî şerên giran, xwe digihînin warên Hekariyan.