Şirnex

Ji Wîkîpediya

Şirnax
Şırnak
Heye? Heye?
Ala bajêr Mertalê bajêr
Dûgel Kurdistan - Tirkiye
Parêzgeh Şirnax
Serbajar Şirnax
Rûerd km²
Rûniştvan (2000)
Berbelavî kes/km²
Malper Malpera bajarvaniya Şirnaxê [1]
Şirnex ji rojavayê, bi WorldWind
Parêzgeha Şirnexê
Parêzgeha Şirnexê

Şirnex bajarekî Botanê ye. Wate ya wî navê "Bajarê Nûh" e [1].

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Erdnîgarî û sînorên bajêr

Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Colemêrgê ve, li bakur bi Sêrtê ve, li başûr bi Dêrika bin xetê û Zaxo ve li rojava jî bi Mêrdînê ve tê girêdan.

[biguherîne] Taybetiyên çanda erda bajêr

Erda herêmê ji %75,7 ji çiyayan pêk tê. Pîvana zozan û deştan jî ji % 24,3 e. Li herêmê,deşta Silopi u Cizira Botan genim, kunci, genimê şami,pambû te çandin. Li Sirnex bi xwe nîsk û tûtin cihê giring in. Her wusa fêkiyên wek sêv, hinar, hêjir, gûz, tirî, hirmî û xox qasi têra hêremê tê çandin,

[biguherîne] Avhewa

Li heremê avhewayeke reşahiyê heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî pir sar û şil û şilope derbas dibe.

[biguherîne] Nifus û navçeyên bajêr (1997)


Tevahiya nifûsa herêmê (tevî gundan) 316.536 e.

Belde:

[biguherîne] Çiyayên herêmê

Gabar (2.838 m), Cûdî (2.114 m), Mirgomar (1.807.m), Deşt, gelî û zozan: Li herêmê deşt û zozan ji ber çiyayîbûna heremê kêm in, lê ji ber ku li heremê pir çiya hene, geliyên mezin li herêmê hene. Wekî; geliyê Dicle, geliya Botan û hwd.

[biguherîne] Deştên Silopî û Cizîrê

Di navbera Silopî, Cizîr û Dêrika bin xetê de, di geliyê çemê Dîcle de ye. Dirêjbûna deştê 40 km û firehbûna wê jî 10 km ye.

[biguherîne] Çem û gol

Botan, Dîcle û Xabûr çemên herî mezin ên ku li herêmê diherêkin. Gol li herêmê tune ne.

[biguherîne] Dewlemendiya binerdê

Li herêmê sereke dewlemendiya bin erd Komure. Wusa kû, komura ji derdora sêrgirê li başûrê Şirnex der tê, têri enerjiya hereme giş diki. Weke din nişanen neft, (petrol) hebi ji, ji aloziya li Kurdistan hêzên ser dest naxwazin û nahêlin lêgerin u derxistina dewlemendiyên bin erdiyen heremê çê bibe.

[biguherîne] Babetên ajalan

Li herêmê babetên teyrên kovî yên li çiya dijîn pir in: pezê kovî, qertel, kew, baz û qajik hinek ji wan in.

[biguherîne] Ol û civak

Muslumantî piraniya nifûsê pêk tîne. Li gundên Elkê û Qilava hinek Xirîstiyan jî hene. Piraniya civakê ji kurdan pêk tê. Û li Elkê (Beytüşebap), Tirba Sê Birayan jî ji aliyê gel ve tê ziyaret kirin.

[biguherîne] Xwarênên herêmê

Keşkek û penêrê Sîrîkê xwarênên naskirî yên herêmê ne. Lazime meriv xwarne germ e tamxwes ji ji bir neke. Ser u pe, gutilik, serbidew, suryaz xwarnen hereme ye cihegiringin.

[biguherîne] Kincên heremê

Şal û şapik cilên herî naskirî ne ku li herêmê ji alî zilaman ve tên lixwekirin. Bi ser de jî îşligekî ku milên wî dirêj û nexşkirî (celehu) tê lixwekirin. Di lingan de goreyên ji hiriyê çêkirî û pêlavên ku jê re dibijin "reşik" tên lixwekirin.

Jinên herêmê fîstanên hevrişim ê rengîn ku dibiriqin li xwe dikin. Şalwarekî fireh û goreyên ji hiriyê li xwe dikin. Kefî an jî pûşiyê didin serê xwe. Pêlavên lastîk an jî çaroxê jî li werdigirin.

Li heremê cilên modern jî, bi taybetî van salên dawî tê lixwekirin.

[biguherîne] Kronolojîya bajêr

[biguherîne] Berî Îsa (Zayîn)

[biguherîne] Pishtî Îsa (Zayîn)

[biguherîne] Ciyên turîstîk, tarixî û gerê

Li Cizîra Botan tirba Mem û Zînê, Medresa Sor taybetî ji alî gelê Kurd û turîtan ve tê ziyaretkirin

[biguherîne] Çavkanî

  1. kerkuk-kurdistan.com

[biguherîne] Çavkanî


 
Bajarên Kurdistanê
Ala Kurdistanê

Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûde | Banê | Bazîd | Bidlîs | Bokan | Cizîre | Colemêrg | Çewlîg | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hesîçe | Hewlêr | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobane | Mehabad | Meledî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Mîdyat | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kaniyê | Sêrt | Seqiz | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Zaxo