Cami'eyê risaleyan û hikayetan (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cami'eyê risaleyan û hikayetan 
Nivîskar Mele Mehmûdê Bazîdî

Cami'eyê Risaleyan û Hikayetan berhemeke Mele Mehmûdê Bazîdî ye ku ji sê maqale û çil çirokan pêk hatiye. Ew di bin Cami'eyê Risaleyan û Hikayetan de, weki kitêb hev re hatine çapkirin.

Naveroka kitêbê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fihrist:

Ferhad Pîrbalî, destxetên Mele Mehmûdê Bazîdî ji kitêba xwe re kir bingeh û berhema xwe ya bi navê “Mele Mehmûdê Bazîdî 1799-1867 Yekemîn Çîroknûs û Pexşanûsî Kurd” di Weşanxaneya Arasê li Hewlêrê di sala 2000ê de weşand. Ziya Avci jî çîrokên Mela Mehmûd Bazîdî, di bin navê Cami'eya Risaleyan û Hikayetan di Weşanxaneya Lîsê ya li Diyarbekirê di sala 2010ê de çap kir. Cankurdî ev çil çîrok û heft çîrokên Xanima Dietrici Chrestomathie Ottomane, bi tîpên latînî vediguhezîne. Ev berhem bi navê “Çirokên Kurmancî” di weşanxaneya çanda nûjen de di sala 2000î de bi transkrîpsiyona Cankurdî tê weşandin. Cankurdî ev berhemên li jor rêzkirî ji tîpên erebî û rênivîsa berê, kirine yên latînî û ferhengokekê jê re çêkiriye.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Bazîdî, M. M. (2010). Cami'eya Riseleyan û Hikeyetan Bi Zimanê Kurmancî. (Z. Avci, Ed.) Stenbol: Weşanxaneya Lîsê.
  2. ^ Bilge, E. (2013). Ji Hêla Naverokê Ve Dahûrîna Çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî. Mêrdîn: Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê.