Cankurd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Cankurd nivîskarekî kurd e.

Cankurd di sala 1948an de li gundê Meydankê / Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya destpêkê li gundê xwe û ya navîn û lîse jî li Efrîn û Helebê biriye serî. Du salan piştî lîseyê li Enstîtuya Amadekirina Mamosteyan / beşê zimanê erebî li Helebê xwendiye. Ji ber xebata siyasî gelek caran hatiye girtin û îşkencekirin.

Cankurd di sala 1979an de çûye Almanyayê û xebata xwe ya siyasî û çandî dewam kiriye.

Ew bi kurdî, erebî û almanî dinivîse û heta niha ev berhem çap kirine:

Berhem[biguherîne]

Bi kurdî:

  • Gundê Dîna, kurteçîrok.
  • Selahdînê Eyûbî (Kurdekî cîhan hejand)
  • Alexander Jaba (Berhevoka çêrokên kurmancî)
  • Dilopeka xwîna dila, helbest.
  • Bazirganê Vênîsiya – Werger ji Shakespeare.

Bi erebî:

  • El–Muslîmon wel Qediye El–Kurdiyye.
  • El –Hîlal El–Meeqof.
  • El–Merhele Errahîne mîn Kîfah Eşeeb El–Kurdî.

Bi almanî:

  • Gutachten Pirtûkek li ser rewşa rojavayê Kurdistanê wek belav kiriye.