Casus belli
Xuyakirin
Casus belli (gotin: [kazys bɛli]; bi kurdî « sedema şer ») gotinek latînî ye û ji bo bûyereke ku dibê sedema destpêka şerekî di navbera dewletan tê gotin. Casus belli ne ji bo sedemên ku dihêlin rewşek di şer de bi encam bibê tê gotin, lê piranî ji bo bûyera herî dawî, kû dibê sedema destpêkirina şer. Gelek caran hin dewlet armancên xwe yên veşartî hene û dixwazin wan bi riya şerekî bicih bînin, lê li sedemek şer digerin. Wêgavê hinek bûyeran pêk tînin, ji bo ku aliyê din hinek tiştan bike, ku ji wan re riya şer vebê. Bi vê yekê aliyê şernexwaz hinek tiştan dikê, ku dibê behane ji bo aliyê şerxwaz ku êriş bikê û vê yeke bi parastina xwe, anjî parastina berjewendiyên xwe nîşan bikê.
Mînakên bo Casus belli
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Sûîqasta Sarayevo di 28ê hezîrana 1914a ku têde Franz Ferdinand û jina xwe hatin kuştin û bû sedema Şerê cîhanî yê yekemîn.
- Ji bo ku sedemekê û behanekê jibo Şerê li dijî Polonya biafirînê, Almanyayê di 31ê tebaxê 1939a de çend nakokiyên ser sînor û erişa li dijî Sentrala radyoyê ya Gleiwitzê provoke kir.
- Girtina Tengava Tîranê ji aliyê Misirê bû sedema Şerê Şeşrojî bi Îsraîlê re.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |