Dicle Kaynağı

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dicle Kaynağı an jî Kaniya Dîcleyê rojnameyeka kurdan bû.

Di sala 1948an li Stenbolê bi dirûşmeya "Rojnameya tirkî ya serbixwe, siyasî ya heftane" dest bi weşanê kir. Rojname ji aliyê Musa Anter (bi navê xwe yê di rojnameyê de Şehmus Elmas) û xwendekarên zaningehê yên li dora Musa Anter diciviyan û ronakbîrên kurd ve dihate derxistin. Dicle Kaynağı di sala 1949an hate girtin. Xwediyê rojnameyê Hüseyin Dikici û Şehmus Güzel (Musa Anter vî navî bikardianî) bû. Berpirsê rojnameyê dîsa Hüseyin Dikici bû.

Nivîskarên rojnameyê Anter, Rahşan, H.D., M. Anter, Parêzer Baki Tekin, M. Remzi Bucak, Dr. Karahan, Hamit Fendoğlu, A. Şirvani bûn. Divê bê gotin ku gelek nivîskar navên xwe yên rast bikarnedianîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]