Stenbol
| Stenbol İstanbul |
|
| Nexşeya cihan Tirkiye | |
| Kargêrî | |
| Dûgel | |
| Parêzgeh | Stenbol |
| Şaredar | Kadir Topbaş (AKP) |
| Demografî | |
| Gelhe | 13.255.685 (2010) |
| Berbelavî | 2480,9 kes/km² |
| Erdnîgarî | |
| Rûerd | 5.343 km² |
| Koordînat | 41° 00′ 36″ Bakur 28° 57′ 37″ Rojhilat / 41.01°Bk 28.96028°Rh |
| Wêne | |
Stenbol (bi tirkî: İstanbul) mezintirîn bajarê Tirkiyeyê ye û li ser sinorê Ewropayê û Asyayê ye. Sinorên bajêr li bakûr bi Deryaya Reş, li rojava(Tekirdağ), li başûr bi Deryaya Marmara û li rojhilat jî bi Adapazarı û Kocaeliyê ve tê girêdan. Di Stenbolê da 33 navçe heye:
Li hêlê Ewropayê Avcılar, Küçükçekmece, Bakirköy, Baxhelievler, Bahcilar ,Gungoren, Esenler, Bayrampaşa, Zeytinburnu, Fatih, Emnönü, Beyoglu, Beşiktaş, Şişli, Kagithane, Sariyer, Gaziosmanpaşa û Eyup in.
Li hêlê Asyayê jî Üsküdar, Beykoz, Kadıköy, Navçeya Kartalê, Pendik, Tuzla, Umraniye, Adalar û Maltepe ne.
Navçeyên din ên Stenbolê Büyükçekmece, Çatalca, Silivri, Şile û Sultanbeyli ne.
[biguherîne] Dîrok
Ew di sedsala 7'an b.z. bi navê Byzantion hat saz kirin. Di 513 b.z. de Darius wir dagir dike. Di 330an de împeratorî împeratoriya Roma Konstantîn wê darê bi navê Nova Roma ("Romaya Nû") dike paytexta împeratoriyê ye. Lê pê re ew bi navê Konstantinopolis, ango "bajarê Konstantîn", tê zanîn. Ew demekê paytexta Bîzansê bû û Justinian I dor salên 530anan de Hagia Sophia çê dike. Ew di 1204an de di Rêwîtiyên Xaçayê Çaram de dest leşkerên xaçperestan dikeve. Ji bo talanan wê demê de nifusa bajêr gelek kem bû. Di 1261an de împeratorê Bîzans Mixayîl VIII Konstantinopolis şûn da hundura Bîzansê kir.
Di 29'e gulanê 1453an de împeratoriya Osmanî Mehmet II dagir kir û kira paytexta împeratoriyê ye. Ew heta Osmanan hilwaşiyan paytexta împeratoriya Osmanî bû.
Di 29'e adar'e 1930 navê xwe bi fermî hat kirina bajarê Istanbul (Stenbol).
[biguherîne] Galeriya wêneyan
41°00′36″Bk 28°57′37″Rh / 41.01°Bk 28.96028°Rh
|
|||||||