Ebûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ebûra mê û nêr
Passer hispaniolensis

Ebûr yan Çûkê koçerî (navê latînkî: Passer hispaniolensis; navê îngilîzkî: Spanish sparrow) cûreyekî beytikan e. Li dervî avahiyan li nav zadan û li gezik û dirikên beravan dijî.

Bi bilindbûna qama xwe 12-14 cm, tevlî bazikên vekirî bi firehbûna xwe 20-22 cm û bi graniya xwe 20-25 gram e. Di navbera 4-8 hêkan dike û 12 rojan qurp dimîne.

Bi bizir û bi kêzikan xwedî dibe. Rengê serê nêrên wan qehwe, sênga wan reş û bin zikê wan spiyê deq deqî ye. Mêyên wan dişibitên mêya beytika navgundî. Lê ji wan girstir, nikulên wan kalindtir e û dibin zikên wan de deqên kahl he ne.

Girêdanên derve [biguherîne]